Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot piştgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer û got, “Divê peyman ewlehiya hevparên me yên Kurd garantî bike.”
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand, ku ew bi Mezlûm Ebdî ra axiviye.
Jean-Noël Barrot eşkere dike, ku ew piştgiriyê didin peymanê, ew dê wek piştgirên Kurdan bimînin.
Herwiha bi navê Wezareta Karên Derve jî di derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî hatîye dayîn û tê da wiha tê gotin:
„Ev peymana siyasî ya ku em û hevparên xwe yên Amerîkî beşdarî bûn, gaveke erênî ye. Peyman ji bo çareseriyeke aştiyane ya bi rêya dan û standinê, beşdariya Kurdan a di pêvajoya veguhastina siyasîya Sûriyeyê da, garantikirina maf û berjewendiyên kurdan dihewîne.
Fransa wekî ku ji destpêka qonaxa veguhastinê va hewl daye dê dîsa hewlên xwe yên ji bo hêsankirina diyaloga di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û hevparên xwe yên Kurd ên li bakurrojhilatê Sûriyeyê da bidomîne.
Em dixwazin ku pêvajoya veguhastina siyasî ya aştiyane bibe sedema avakirina Sûriyayeke azad, yekgirtî, arama û serwer.“




