
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di civîna Parlamentoya Fransayê ya roja sêşemê da li ser Rojavayê Kurdistanê bersiva hejmarek parlamenteran da.
Barrot di destpêka civînê da dîyar kir, berî serdana Mezlûm Ebdî ya Şamê, wan navbeynkarî di navbera HSD û Tirkiyeyê, her wiha HSD û desthilata nû ya Sûriyeyê da kiriye.
Barrot, di bersivên xwe da kêfxweşîya xwe anî ziman û got, „Spas ji bo ku hûn rêzê li Kurdan digirin. Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, di çekhelgirtinê da birayên me ne û em dev ji wan bernadin.“
Barrot di bersiva pirsek din da jî got, „Ji 8ê Kanûna Pêşîn ve, hêviyek nû li Sûriyeyê derketiye, bêguman divê em bibêjin ku pêwîst e Kurd bi tevahî beşdarî pêvajoya bidestxistina nasnameya xwe ya neteweyî û welatîbûna nû bibin ku divê li vî welatî were bicihkirin.“
Herwiha roja 13ê vê mehê jî li Fransayê konferanseke taybet a li ser Sûriyeyê tê lidarxistin. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û wezîrên karên derve yên hejmarek welatan dê beşdarî konferansê bibin.
Ji bo beşdarîya kurdan ya ji bo vê konferansê jî Barot wiha got; „Ez ji we re piştrast dikim ku di 13ê Sibatê da, hefteya bê li Parîsê, Kurd dê beşdarî vê konferansê bibin. Armanca me ya ji bo vê konferansê ew e, ku careke din daxwazên me yên ji bo vê veguhestinê bên bihîstin.“




