Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, îro ji nişkava çûn Şamê.
Jean-Noel Barrot û Annalena Baerbock li Şamê daxuyaniyek dan çamepeniyê.
Jean-Noel Barrot di daxûyanîya xwe da wiha dibêje, „Divê çareseriya siyasî ji hevpeymanên Fransayê re were dîtin û hevpeymanên Fransayê yên li Sûriyeyê jî Kurd in. Me li gel Kurdan mil bi mil li dijî terorîzma îslamî şer kir.
Em tekezî li serweriya Sûriyeyê dikin, ku divê li Sûriyeyê şer û pevçûn nemînin û li bakurê Sûriyeyê agirbesteke mayinde bê meşandin.“
Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê jî piştî hevdîtina bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şara di konferanseke rojnemevaniyê da axifî.
Annalena Baerbockê di axaftin axwe da wiha dibêje, „Divê hemû Sûriyeyî di pêvajoya siyasî ya nû de beşdar bin û cih bigirin.
Ne tenê em lê divî xelkê Sûriyeyê li gorî kiryaran biryarê li ser serkirdeyên xwe yên nû didin.
Di gotûbêjên xwe yên îro de, me zelal kir ku Ewrûpa piştgiriyê dike lê Ewrûpa nabe piştevana darayî ya pêkhateyên Îslamî.
Piştî çendîn salan ji nexweşî û hovîtî, dadperwerî û lêpirsîn girîng in. A ku rejîma Esed dikir, îro me li Seydnayayê dît ku ew tenê beşeke kêm a wê şkenceya laşî û derûnî bû ku li wir qewimiye. Zêdetirî 100 hezar kes hîn bêserûşûn in bêyî ku tu agahiyek ji wan hebe.
Malbat ji ber nediyariya çarenûsa wan di êşê da ne. Hebûna mekanîzmeyek lêpirsînê dikare alîkariya gelê Sûriyeyê bike ku hêdî hêdî birînên wan ên kûr sarêj bibin.
Divê ev pêvajoya Sûriyeyê ji derve neyê qutkirin. Divê hemû cîranên Sûriyeyê rêz li yekparçeyî û serweriya axa Sûriyeyê bigirin.
Herwiha ji bo Sûriyeyeke aram, ewlehiya Kurdan jî girîng e.
Herwiha hewceyî hêzên Kurdî tevlî û artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê bibin û ji bo nava pêkhateya nû ya ewlehî ya Sûriyeyê ku ewlehiya rastîn ji bo hemû aliyan peyda bibe.
Di vî warî de destpêkirina gotûbêjê li gel hêzên Sûriyeya Demokratîk a piranî Kurd, gaveke destpêkî ya girîng e.”




