
İkram Oguz
Roja 6ê Sibate salvegera erdheja Mereşê bû.
Du salên dirêj derbas bûn, hê bi sedhezaran kes bê mal û bê xwedî, di konên sar û di nav xizanîyê da dijîn.
Wek belengaz û histûxwar…
Li çîroka ku ji bo wan hatîye vegortin û di hercarê tê dubarekirin, guhdarî dikin û bawerîya xwe pê tînin.
Bîranînên ji dema zarokatîyê nayên jibîrkirin.
Kîngê erd biheje ya jî qala erdhejê were kirin, ev bîranîna ji dema zarokatîya min tê ber çavên min.
Sal 1966…
Demsal havin…
Li Gimgimê bi hêzeke mezin erd hejîya bû.
Gimgim û gundên derdorê wêran bibûn.
Herçiqas zirar û zîyaneke mezin nedaba, ew erdhej li gundê me jî hatibû hîskirin.
Hemû gundî bi rojan ji xanîyên xwe yên ku ji kevir û çamûrê hatibûn çêkirin, dûr sekinîbun.
Demeke dirêj şev û rojên xwe li derva derbas dikirin.
Qasî ku tê bîra min dem dema bêderan bû.
Şenîyên gund, jin û mêr, qîz û xort karên xwe yên rojane li derva dikirin.
Bi danê êvarê ra û bi zar û zêçen xwe va hemû li ser bêderên xwe kom dibûn.
Cil û nivînên xwe radixistin û heta nîvê şevê rûdiniştin, bi çîrok û qilûlikên li ser erdhejê dema xwe derbas dikirin. Dû ra di bin asîmanên çîksayî da diketin nav nivînên xwe û bi tirs û xof radizan.
Mijara axaftin û vegotinên civatên ku li ser bêderan saz dibûn jî, erhej û sedema tirs û xofê jî erdhej bûn.
Di wan salan da, li gundan bi taybetî jî li gundên Kurdistanê weke îro ceyran tunebû. Ezman vekirî neba û hîv xûya nekiriba, ji êvar da herder dibû şvereş û çav çavan nedidît. Çira û lambayên ku bi rûnê gazê dixebitîn, dihatin bi kar anîn.
Piştî xwarina şîvê civatên curbecur dihatin sazkirin.
Jin û zarok, qîz û bûk li dora pîrejinan, xort û mêr jî li dora kalemêran dicivîyan.
Qasî ku mezin ji erdhejandinê ditirsîyan, zarok jî ewqas merak dikirin û dipirsîn, gelo ew erdê ku di cîhê xwe sekinîye, çima û çawa diheje?
Êvarek ji êvaran dîsa tarî ketibû erdê, civat saz bibûn. Zarokên li dora pîrejinan kombibûn, sedema erdhejê dipirsîn, pîrejinek jî bersiva pirsên wan dida û digot:
- Qasî ku min ji bav û kalên xwe bihîstîye, digotin ku dinya li ser qoçê gayeke qemer sekinîye. Di germahîya havînê da ga di bin barê xwe yê giran da, diweste û di nav xwêdanê da dimîne. Mêş û mozên ku bêhna xwêdanê digrin, ber bi ga tên û li ser pişt û pala wî datînin. Ji bo ku mêş û mozan ji xwe dûr bixine, ga li dora xwe çiv dide û doçika xwe bi hêz li ba dike. Bi bayê doçikê gayê qemer ra dinya ku li ser qoçê wî sekinîye, dilive û bi liva wê ra jî erd diheje…“
Bi vegotina pîrejinê ra, zarok bi tîqetîk û dengeke bilind dikenîyan. Bi kenên zarokan ra ji hêla mêran kalemêrek li koma jin û zarokan vedigerîya û digot:
- Lêlê malxirabê dev ji wan qilûlikan berde û bi agahîyên şaş û bêbingeh serê zarokan tevlihev meke…“
Pîrejin di bin gotinên kalemêr da nedima, li vegotina xwe xwedî derdiket, bi dengeke nizm bersiva kalemêr dida û digot:
- Madem tu rastîyê dizanî, de ka tu bibêje çima û sedem çi erd diheje, em jî bi saya te ji wê rastîyê hayîdar bin.
Kalemêr beçare dima, êdî gor zanebûna desto pê dikir û digot:
- Heyran çi qoçê ga û mêş û moz … Dinya ji alî Xwedê va hatîye avakirin. Hemû jîndarên ku li ser dinê dijîn jî dîsa ji alî Xwedê va hatine afirandin. Ji wan jîndarên ku wek mîna me jê ra însan dibêjin, carinan Xwedê ji bîr dikin û ji hêz û quweta wî dikevin şikê. Xwedê jî ji bo ku hêz û quweta xwe nîşan bide, bi lerizandina erd û ezman va wan didarizîne.
Bi dirêjbûna vegotinên bi vî rengî va zarok di ber xwe da dikenîyan û hewesa wan zêde dibû.
Ew pîrejin û kalemêr jixwe û ji gotinên xwe çiqas bawer dikirin, nizanim.
Lê ez û zarokên wek hemsalên min, em ji gotinên kalemêr zêdetir bi gotinên pîrejinê, dikenîyan û kêfxweş dibûn.
Lê îro, bi bikaranîna peyva erdhejê va kêfxweş nebim jî, xemgîn dibim û di ber xwe da dikenim.
Jiber ku êdî kes nabeje „erd hejîya“.
Rojnamevan û nivîskarên kurd jî di nivîs û nûçeyên xwe da dibêjin „erdhej çêbû…“
Gelo erdhej çawa çê dibe ya jî ji alî kî û kê va tê çêkirin?
Kurd li li rastîya peyvê…
Tirk jî li rastîya sedema erdhejê nagerin.
Di ser erdheja ku pê ra gund û bajar wêran bûn û di bin kavilê wan da bi sedhezaran mirov mirov man, du sal derbas bû.
Loma hê bi sedhezaran kes di konan da dijî û li benda alîkarîya dewletê ne.
Rêvebirên dewletê jî wek pîrejin û kalemêrên gundê me, erdhejê jî bi qeder û xezeba Xwedê va girê didin û bi wê girêdanê va kêmasî û berpirsîyarîya xwe pîne dikin.
Kesên ku bi gotinên wan bikenin, hebin ji, mixabin pirani bawerîya xwe bi gotinên wan tînin û bi qedera xwe ya reş razî dibin…
12.02.2025