
Bedirxan Epözdemir
Karê nivisê karêkê wusa hêsa nîne.
Serpêhatîya qelemê serpêhatîyeke dur û dirêj e.
Ku meriv bindest be, bêdezgeh û sazîyên netewî be, êş û azar zêdetirin.
Ku xetên sor û xesasîyetên meriv yên netewî xetma xwe li jîyana rojane nedin, wê demê ziman gelek dirêje û zept û reptkirin pir zehmet e.
Ku meriv bêperwa be, hedê xwe û sînorê xwe nizani be, bi kirin, gotin û nivîsên xwe tenê xwe tetmîn bike wê demê meriv kor û ker û lal e.
Wê demê niviskar pir in, qelemşor û gotarbêj zêden e.
Û mixabin wê demê dengê muridan û çepikan, dengên aza dixitmînin.
Malxirabûna herê mezin ewe ku bi hinek fantazîyan û bi şiringeyên sûnî civat tê tevzandin.
Gelo emê di heqê van malxirabîyan da çawa bên?
Dengên aza wê kengê zorê li çepik û mirîdan bibin ?
Konaxê ku em îro têda derbaz dibin, gerek êdî dawî li lûksên me bine.
Êdî gerek em di nav tirs û fikara da nebin.
Pêwîst e, êdî gûhartin çebin di tirs û fikarên me da.
Pêwîst e, êdî em bê tirs bêjin ku “melik tazî ye”
Ku em bikarbin bi cûwamêrî bersivên van pirsan bidin û di heqê tirs û fikaran da bên şik tinebî, tê rojek bê wê em jî bigehijine tema gelek tiştên xweş.
***
Gelek caran tê gotin yan jî tê nivsandin, gelo Kurd xwedan rojevin, yan na?
Yan jî rojeva Kurdan bi destên wan e, yan bê iradeya wan tê holê?
Pêwîst e, bêwestan em serê xwe li ser tiştên bingehin bi êşînin.
Sedem ku heya tiştên bingehîn zelal nebin, wê emê tim li pey bûyeran kaş bibin.
Ev êş û azarên ku em dijîn, ev trajedîya ku didomê wê xetma xwe tim li ser rewşa gel û welatê me bidin û bi xwe ra trajedîyên nûh bi afirînin.
Dema ku ez van dibêm elbet armanca min, raxistina tabloyeke reş, yan jî şiringekirina bêhêvîbûnê nine.
Bê şik îro em ji doh çetir in, sibê emê ji îro çetir bin.
Lê rewşa meriv, konaxê ku meriv têda derbaz dibe, mixabin ku rastîyan nagûhirînê.
Sedem vî pêwîst e rojeva me bi dest û iradeya me bê xuya kirin.
Em li pêyî bûyeran kaş nebin.
Rojava me dîl nebe, em lê ji destê xernexwaza derxin û azad bikin.
Gerek em xwedan huner û qewil bin.
Da ku em bikarbin guhartin û pêşveçûne ku li heremê û welatê me diqewimin, encaman ji wan derxin û di rojeva xwe da bidine rûniştandin.
Gerek tucar neyê jibîrkirin; ku em bi kirin û projeyên 30-40 sal berê nikarin pirs û pirsegirikên xwe çareser bikin.
Her cûre xebat û tekoşîna me pêwîst e, xizmet bike ji bo xesasîyetên me yên netewî.
Reçete û pêşnîyarên me pewîst e, bersiv bidine pirsên me yên rojane.
Tevgera me gerek me ji hev dûr neke.
Em derîyên xwe li hev negrin.
Her hewildan û gav avêtinekê me pêwîst e, xizmet bike ji bo yekîtîya me ya netewî.
***
Hewce nîne ku meriv tim û tim dubare bike. Lê tucar gerek neyê jibîrkirin, sîyaset senet e. Ew kesên ku pêşîya xwe nebînin, rewşa ku gel û welatê wan têda derbaz dibî baş nepejrînin, borîyên xwe ji bîr bikin, her tişt di pencera xwe da bibînin nikarin vî senetî bi ostayî bi kêr binin.
Dîsa gerek neyê ji bîr kirin ku rewşenbîrî û nivîskarî tişteke wusa hêsa nîne. Ewên ku tenê murîdî û dengbêjîya aliyek bike, bi hestên niştimanî nelepitê, berpirsîyarî û erkên xwe yen ku jê tê xwestin ranebe, nikarê bibe rewşenbîr, nikarê bibe niviskar.
Pêwistîya sîyasetê bi rewşenbîran, ya rewşênbîran jî bi sîyaseta welatê xwe heye. Gerek her kes destê xwe bixe binê kevir. Her kes erk û berpirsîyarîyên xwe bê westan binê cih.
Dema me vê rastîyê pejirand, em dikarin rojeva xwe bi iradeya xwe tayîn bikin.
Wê demê emê bikarbin di heqê trajedîyan da bên.
Gelo wê ew dem kengê bê?