
Gideon Saar Wezirê Derva yê Îsraîlê
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser rewşa Sûriyeyê got, „Sûriye tenê dikare aram bibe eger federasyonek ku xweseriyên cuda di nav xwe de dihewîne û rêzê li şêwazên jiyanê yên cihêreng bigire“
Her wiha Saar derbarê birêvebiriya nû ya Şamê got, „Hikûmeta nû komeke terorîst a Îslamî ya cîhadîst e ku ji Îdlibê hatiye û bi zorê Şam girtiye. Ew ji Elewiyan tolê distînin, zirarê didin Kurdan.“
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Brukselê beşdarî civîna pêwendiyên Îsraîl – Yekîtiya Ewropayê bû û bi berpirsên YEyê re civiya.
Ofîsa Gideon Saar li ser civîn û hevdîtinên bi berpirsên YEyê ra kirîye, daxuyaniyek belav kir.
Gideon Saar di civîna bilind da ji bo birêvebirina pêwendiyên Îsraîl-Yekîtiya Ewropayê (YE) hişyarî daye, ku sînorê bakurê Îsraîlê li ser ewlehiya wan hê gefa cidî ye.
Saar di civîn û hevdîtinên xwe da her wiha rejîma li Sûriyeyê rejimeke „bêmantiq“ bi nav kirîye û wiha gotîye:
„Hikûmeta nû komeke terorîst a Îslamî ya cîhadîst e ku ji Îdlibê hatiye û bi zorê Şam girtiye.
Em hemû kêfxweş in ku Esed çûye lê divê em realist bin.
Îslamî bi nermî diaxivin binêrin ka Îran di sala1979an da çawa diaxivî. Lê her kes dizane kî serokê nû ye.“
Saar ji bo têkilîyên rejima nû ya bi Kurd û Elewîyan ra jî wiha gotîye: „Ew ji Elewiyan tolê distînin, zirarê didin Kurdan.
„Sûriye eger federasyonek be ku xweseriyên cuda di nav xwe da digire û rêzê li awayên jiyanê yên curbecur bigire, wê gavê dikare aram be.“
Her wiha Gideon Saar bal kişandîye ser vê yekê ku rejîma Îranê û îhtîmala ku ew bigihêje çekên atomî, wekî metirsiya herî mezin a li ser cîhanê bi nav kirîye;
„Gelê Cihû ji dîrokê fêr bûye, dema ku dijminê te armanca xwe ya ji bo tunekirina te radigihîne, çêtir e ku tu baweriyê pê bînî.
Bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve bêguman dê bibe sedema pêşbaziya çekên nukleerî li Rojhilata Navîn.
Erebistana Siûdî, Tirkiye û welatên din dê tevlî bibin. Îran bawer dike, wekî Koreya Bakur ku bidestxistina çekên nukleerî dê wê ewletir bike.“
Saar bangî civaka navneteweyî kir ku eşkere bike ku eger rejîm bi bernameya xwe ya nukleerî berdewam be, „hebûna wê di xeterê de ye. Niha dema çalakiyê ye.“
Li aliyê din va jî Saar hişyarî daye ku, Îran hewl dide ku bi alîkariya Tirkiyeyê pereyan ji bo Hizbulahê bişîne.




