Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê desthilatdarên nû yên Sûriyeyê wekî komeke terorîst bi nav kir.
Gideon Saar di civîneke çapemenîyê da di derbarê rewşa Sûriye ya nû da axifî û wiha got; “Li cîhanê xelk behsa guhertineke rêxistinî ya rejîmê li Sûriyeyê dikin lê tişta qewimiye ne ew e, ku hikûmeteke nû bi awayekî demokratîk hatibe ser text.„
Gideon Saar ji bo desthilatdarên nû yên Sûriyeyê jî wiha got; “Ew komeke terorîst in ku berê li Îdlibê bûn, wan piştra dest danî ser Şama paytext û herêmên din.
Cîhan dixwaze li Sûriyeyê rejîmeke ewle bibîne, ji ber ku hemû welat dixwazin ew kesên ji Sûriyeyê reviyane, şûnda vegerînin. Lê ya ku niha li Surîyê tê dîtin ne bi wî rengî ye.
Desthilatdarên li gel Elewiyan şer dikin. Li alîyê din Erdogan ji bo nehiştina Rêveberiya Xweser a Kurdan ji holê rakê, gefan li wan dixwe. Desthiolatdarên nû, rejîmeke Îslamî dixwazin û bi wê hemû kontrol bikin.”




