
İkram Oguz
Nivîseke min a kevn e.
Berî 15 sal berê hatîye nivîsandin.
Di nivîsê da qala hêk û pîvazê tê kirin.
Kurd jî zêde ji pîvazê hez dikin.
Loma min min xwest ku careke din dîsa biweşînim…
***
Gotinek ji gotinên pêşîya ne.
Dibêjin; „Mirovên kerr nabihîzin, lê lihev tînin!“
Ev pêşgotin ne tenê ji bo mirovên kerr hatîye gotin. Gelek kes hene ku guhê wan bibihîzin jî, her tiştî gor dil û daxwazên xwe fam dikin.
Loma rastî û çewtîyê pirîcaran tevlihev dikin.
Mirov dibeje qey strana govendê ya bi navê; „Çep lêxîne, rast derîne“ ji bo wan kesan hatîye gotin.
Mirov dema qala demoqrasîyê bike, ew dîktatorîyê fam dikin. Mirov qala aştî û azadîyê bike, ew qala şervantîya xwe dikin pesnê mêrxasîya xwe didin.
Mirov qala wekhevîyê bike, ew kar û zerara xwe hesab dikin…
Mirov qala xizanî û nezanîyê bike, ew zanebûna xwe derdixin pêş…
Mirov bibêje reş, ew dibêjin golika beş!..
Ew demoqrasîyê tenê ji bo xwe dixwazin. Dema ku firsend bikeve destê wan, hata ku ji wan were ew dijbertîya aştî û wekhevîyê dikin.
Di wêjeyên wan kesan da empatî cîh nagre, ew tu car xwe nakin şûna kesekî din û bi çavê xwe yê nûtik li dinyayê û mirovatîyê dinihêrin. Ji ber vê yekê ye ku ne ji zanebûnê, ne jî ji mirovatîyê hayîdar in. Ev şaşbîhîstin û şaşdîtin jî, nexwaşîyeke civakî ye û dermanê wê hebe jî, kêm e.
Wek mîsal tê gotin; di dema Yewnan a Kevn da, Kurd û Yewnan cînarê hevdû bû ne. Jîyana gelê Yewnan bi demoqrasî û zanyarîyê bi rê va diçe, ya Kurdan jî bi şert û şûrtên eşîrtîyê.
Gelê Yewnan bi navdarîya fîlozof û dibistanên xwe va tên nasîn, Kurd jî bi mêranî û ^merxasîya axa û oldarîya şexan xwe va…
Rojek ji rojan fîlozfekî Yewnan ji şagirtên xwe ra wiha dibêje: „Em û Kurd cînarên hev in. Lêbelê ne em wan, ne jî ew me baş nas dikin.“
Ji bo hevdîtin û hevnasînê şagirtekî xwe weke qasid hildibijêre û jê ra dibê: „Here ba cînaren me yên Kurd, ji wan ra bibêje bila rojek ew ji alî xwe va, em jî ji alî xwe va birêkevin û li ser xeta sînor, hevdîtinek pêk bînîn“.
Qasid diçe, daxwaza fîlozof digihîne axayekî kurdan û şûnda vedigere. Roj derbas dibin, dema hevdîtinê tê.
Fîlozof û şagirtên xwe ji alîkî va, axa û xulamên xwe jî ji alîki va li ser xeta sînor tên rû hev.
Fîlozof destê xwe yê rastê dide ser dilê xwe, bejna xwe ji navê da hinek xwar dike û bi serê xwe silavê dide axa. Axa jî wek fîlozof destê xwe yê rastê dide ser dilê xwe û bi libakirina serê xwe jî silava wî digre.
Piştî silavdayînê axa û fîlozof hinek li rû û rûçikên hev mêze dikin, dû ra bi zimanê xwe hinek tiştan ji hev ra dibêjin.
Mixabin zimanê wan ji hev cûda ye…
Loma ne axa ji gotinên filozof, ne jî filozof ji gotinên axa tiştekî fam dike…
Fîlozof hêkek ji berika xwe derdixe û ravayî axa dide.
Axa li hêka fîlozof dinihêre û carek serê xwe di ber xwe da dihejîne, dû ra destê xwe diavêje berika xwe û pîvazeke glover ji berika xwe derdixe.
Çawa ku fîlozof hêk ravayê wî dabû, ew jî pîvazê ravayê fîlozof dide.
Fîlozof jî weke axa carek serê xwe di ber xwe da dihejîne û bi hewes li axa dinihêre.
Axa çok dide erdê, pîvazê dide ser kevirekî, kulmek li pîvazê dixe û dihincirîne.
Bi kulm û hincirandina pîvazê ra fîlozof li şagirtên xwe dinihêre û careke din sere xwe di ber xwe da dihejîne…
Hevdîtina wan bi vî awayi diqede. Her du alî berê xwe didin welatê xwe û şûnda bi rê dikevin.
Di rê da xulamên axa hêka fîlozof, şagirtên fîlozof jî pîvaza axa meraq dikin.
Ji şagirtan yek ji fîlozof dipirse:
– Mamoste, me tu tişt ji vê hevdîtinê fam nekir. Te ji bo çi hêk ravayî axa da, axa çima wek bersiva te pîvaz hincirand?
Fîlozof:
– Kurên min, mexseda min ev bû ku min ji axa ra got, dinya glover e, lê ne weke gog, mîna şiklê hêkê elîps e. Lê bi rastî min ew bersiva wan a bi zanyarî jî ji berê da guman nedikir. Cînarên me jî di warê zanyarî da gelek pêşta çûne û ji me kêm jî nema ne. Axa bi hincirandina pîvazê ji me ra got ku, rast e dinya wek elîpsê glover ê, lê belê hundurê wî jî wek hundurê pîvazê qat bi qat e.
Li alîyê din jî xulam ji axa dipirsin:
– Axa, fîlozof ji bo çi hêk ji berika xwe derxist û ravayê te da, te ji bo çi pîvaz derxist û hincirand?
Axa:
– Oro, kurê kerê ewqas rê hatîye, tenê hêkekî bi xwe ra anîye û ji min ra dibêje were em bi hev ra vê hêkê bixwin. Min jî bi hincirandina pîvazê jê ra got ku, hêka te bê pîvaz nayê xwerin. Lê ez bawer im wî dîsa jî mexseda min fam nekir…
Hevdîtina wan a duyemîn jî heye, lêbelê ne hewceye ku em weke çoroz dirêj bikin.
Ev mîsal çiqwas ji bo Kurd û Yewnan hatibe gotinê jî, rastîya wê ne tenê ji bo herdu alîyan e.
Li vir alîyek Rojhilata Navîn e, alîyê din jî Rojava yê.
Rojhilat, Kurd e, Tirk e, Ereb û Ecem, rojava jî, Yewnan e, Fransî ye, Îngilîz û Alman e, Europa ye.
Loma herkes dikare ew navên ku di vê meselokê da derbas dibin, gor dilê xwe biguherîne, lê disa jî encam yek e û naguhure.
Jiber ku em her gotinê gor dil û daxwaza xwe fam dikin.
Alîyek bibêje demoqrasî, alîyê din dibêje tenê ji bo me!
Alîyek bibêje aşitî û wekhevî, alîyê din dibêje tenê para me!