Parlamentoya Îraqê ji bo parêzgehbûna Helebceyê kom bû. Di kombûna parlamentoyê da yasaya parêzgehbûna Helebceyê hate gotubêjkirin. Di encamê da yasa hat pesendkirin û Helebce bû 19emîn parêzgeha Îraqê.
Serok Mesûd Barzanî ji bo parêzgehbûna Helebceyê peyamek belav kir, ku di peyama xwe da wiha dibêje:
„Spasî û destxweşiyên xwe pêşkêşî serokatî û hemû endamên Parlamentoya Îraqê û wan komên siyasî dikim, ku wan roleke erênî di pesendkirina projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê de lîstin.
Her wiha spasiya fraksiyon û komên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê dikim, ku wan bi yekdengî û yekrêzî ev destkeft ji bo xelkê Helebceyê û hemû Kurdistanê misoger kirin. Bi hevkarîya wan projeyasaya Helebceya xoşewîst hat pejirandin û ew bû parêzgeh.
Spasî û pêzanîna min ji bo hemû wan kesên hêja heye, kuwan ji bo vê yekê hewl daye.
Her wiha bi germî pîrozbahiyê li xelkê xoşewîst ê Helebceyê û hemû Kurdistaniyên ezîz dikim.
Hêvîdar im, ku parêzgehbûna Helebceyê bibe gavek ji bo xizmetkirina zêdetir û bipêşketina vê devera qurbanîdayî ya Kurdistanê û ji bo dermankirina birîn û êşên hevwelatiyên Helebceyê.
Ji ber vê yekê, bi hezaran silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînim û hêviya xêr û xweşiyê ji bo xelkê Helebceyê û hemû Kurdistaniyan dixwazin.“