
Bedirxan Epözdemir
Hey hawar…
Xwelî li serê me be.
Li wêneyê jêr temaşa bikin.
Ev wêne, wêneyê rewşa me ya kambax e.
Divên ji derveyê Kurda pirsegirika welat bi rengêkî rûtuş bikin.
Da ku bêjin pirsegirika Kurd ji aliyê hemû alîyan ve hate çareser kirin.
Ev leyzêkê û xapandinêk e.
Pêwiste evên kurdewarî difikirin, bêdeng nemînin.
Bêguman ji bo pêşveçûnê her gav avêtinek, xudan nirxe.
Ku meriv bikarê, ders jê hilde ji bû duwerojê haceteke baş e.
Lê pêwiste em vê pirsê ji Partîyên Kurdistanî û kesên ku sibê heya hêvarê bezirganîya desthildarîya Başûr dikin bipirsin.
Gelo di Forma Hewlêrê da çima hun tinenin?
Gelo we ji xwe ra rûmetek peyda nekirîye li Başûr?
Yan seyr û seferên we turistîk bûn?
Dê bila bê qeyd û şert, partîyên me yên ku ji xwe ra dibêjin “Em Partîyên Kurdistanî ne” û ev cûwamêrên ku Başûr ji xwe ra wek kible dizanin, bi lezgînî “Forma Amedê” li dar bixin û lijneyeke ku hemû alîyan temsil dike û muhatabê pisegirika Kurd e, hilbijêrin.
Gerek em gilî û gazinan ji kesî nekin, ewil bi eynikê li xwe temaşe bikin.
Gotina Kurda ya watedar e,“Kero nemire bihar tê, pîrê nemire pincar te”.
Gerek em her yek ji vê gotinê sûd hildin.