Hêzêke Amerîkayê derbasî bajarê Kobaniyê bû û li wir bi cih bû.
Li gorî zanyariyên çapemenîyê, hêzeke Hevpeymaniya Navneteweyeyî ya li dijî DAIŞê, ku bi serkêşiya Amerîkayê tevdigere, li bajarê Kobaniyê bi cih bû.
Birêvebirê Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê – SOHR, Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê radigihîne ku hêzên koalîsyonê ew navend ji bo aloziyên li derdora Kobaniyê kêm bikin û di navbera HSD û komên çekdarên bi Tirkiyeyê va girêdayî bibin navbeynkar, daniye.
Bi gotina Ramî Ebdulrehman ew navend dê heta ku agribest bi temamî were bicihkirin li Kobaniyê bimîne.
Wek tê zanîn, li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da, di navbera HSD û komên çekdarên bi Tirkiyeyê dva girêdayî, şer û pevçûn derketin.
Dewleta Tirk jî her roj û şev kurdan tawanbar dike û gefên operasyonê li bajarê Kobaniyê dixwe.




