Hêzên Hevpyemaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê derbasî bajarê Kobaniyê bûn.
Piştî ku hêzên Rûsyayê vekişiyan, vê sibehê hêzeke Koalîsyonê ya bi serkêşiya Amerîkayê derbasî Kobanî bû.
Ew hêz li nava bajarê Kobaniya geriyaa û paşê berê xwe da Sirînê.
Her wiha hat gotin ku ew karwana Koalîsyonê derbasî başûrê Kobnaiyê bûye da ku derbasî Minbicê bibe.
Li aliyê din, medyaya nêzîkî Rêvebiriya Xweser ragihand ku karwanê ji bo veguhastina xelkê diçû Minbicê hat astengkirin.
Ji bo veguhastinê, îro bi tevlîbûn saziyên navnetewî û koalisyonê 10 otobus û 6 ambulans ber bi Minbicê ve derketine rê.
Lê dema karwan gihîştine Pira Qereqozaqê li aliyê din ê pirê ji aliyê komên çekdaran va hatîye astengkirin, ku karwan derbasî Minbîcê nebin.