
Mezlum Ebdi û Ehmed el Şara
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê li hev kir.
Gor lihevkirinê HSD dê bibe beşek ewlehiya Sûriyeyê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed el Şara peymanek îmze kirin û naveroka peymanê wiha ye:
1-Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî da û di hemû saziyên dewletê da li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan ra were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê da civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Li seranserê axa Sûriyeyê pêkhatina agirbestê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê da, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê va.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê da.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar bikin û hewl bidin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.




