Navenda Pêşketina Kurdî li Meclisa Londonê di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê panelek li dar xist.
Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derva ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê beşdari panelê bû gotarek pêşkêş kir
Îlham Ehmed di gotara xwe da diyar kir, ku piştî rûxandina desthilata Esed li hemû deverên derveyî Rojavayê Kurdistanê şer sekiniye. Lê rewşa ewlehiyê ya herêmên wan ji ber gavên Tirkiyeyê xerab bûye û rêvebiriya Enqereyê destûrê nade ku rewş baş bibe.
Ehmed da zanîn ku wan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê karibûn sîstemeke demokratîk ava bikin lê Tirkiye nahêle ku ev pêş bikevin.
Îlham Ehmedê ji bo diyaloga di navbera ENKS û PYNKyê da jî wiha got;
„Kurdên Rojavayê ji bo pêşxistina yekîtiya di navbera xwe de di nav diyalogeke cidî da ne û pêşketinên girîng hatine kirin. Di heman demê de diyalog bi Kurdên beşên din ên Kurdistanê ra jî heye.
Em vê diyalogê gelekî girîng û çarenivîssaz dibînin.
Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk da hûn jî mizgîniya encama diyalogê bibihîzin.“
Îlham Ehmed ji bo paşeroja Sûriyeyê jî wiha got; „Di Sûriyeyeke ne federal da dê aştî çênebe. Berevajî vê yekê, Sûriyeyeke navendî dê bibe sedema hilkirina agirê şerê navxweyî.
Ji ber vê yekê, Sûriyeyeke federal dê ewlehî, aramî û aştiyê bi xwe re bîne.“




