Wezareta karên Derve ya Tirkiyeyê ragihandibû, ku ew biryara Îsraîlê ya berfirehkirina sînorê Girên Golanê yên li Sûriyeyê şermezar dikin.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê jî bi daxuyaniyek bersiva îdiayên Tirkiyeyê da.
Di daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê da, îdiayên di daxuyanîya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bêbingeh tên binavkirin û wiha tê gotin; „Tirkiye bi awayekî sîstematîk destdirêjî li ser xaka Sûriyeyê dike, ev pêvajo bi operasyonên leşkerî yên di salên 2016, 2018 û 2019an de dest pê kir û heta niha jî berdewam dike.
Tirkiyeyê herêmên wekalet ava kiriye û li wir komên çekdar ên wekî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê di bin kontrola wê da tevdigerin.
Niha nêzîkî ji sedî 15ê axa Sûriyeyê di bin kontrola hêzên ku Tirkiye piştgirya wan dike da ye.
Li wan herêman pereyê Tirkiyeyê tê bikaranîn, şaxên bankayên Tirkiyeyê û xizmetên posteyê jî dixebitin.
Her wiha artêşa Tirk bi balafir û dronan binesaziya herêma xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike.
Tirkiye piştgirî dide hêzên cîhadîst ên ku li Sûriyeyê li dijî Kurdan tevdigerin.
Welatê herî dawî ku dikare behsa dagirkeriya li Sûriyeyê bike, ew jî Tirkiye ye, jiber ku ji sedî 15ê xaka Sûriyeyê di bin kontrola alîgirên wê de ye.
Ti hincet ji bo berdewamiya êriş û tundiya Tirkiyeyê li ser Kurdan ên li Sûriyeyê nîne!“




