Li gorî medyaya Îsraîlê, rêveberiya Tel Evîvê ji Amerîkayê xwest ku nehêle Tirkiye li Sûriyeyê baregehan ava bike.
Medyaya Îsraîlê radigihîne, ku Tirkiye dê li Sûriyeyê 3 baregehên leşkerî ava bike.
Sedem vê yekê rêveberiya Tel Evîvê ji Amerîkayê xwestîye, ku ew nehêle Tirkiye wan baregehan ava bike.
Di nûçeya rojnameya Îsrael Hayomê da tê gotin, ku Îsraîlê ji Amerîkayê xwestîye, ku li hemberî çalakbûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê der bikeve û Turkîye li Surîyê sîyaseta li dijî Îsraîlê nemeşîne.
Jiber ku Tirkiye plan dike ku li Sûriyeyê 3 baregehên leşkerî ava bike.
Di nûçeyê da herwiha tê dubarekirin, ku piştî rûxîna desthilata Esed, Îsraîl xwe ji wê heyamê ra amade dike ku artêşa Tirk dê li Sûriyeyê rasterast bi cih bibe.




