Ji gelek pîşeyan 104 şexsiyetên Bakurê Kurdistanê banga hilbijartina dersa Kurdî kir.
Ji bo hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî xebatên sazî û rêxistinên sivîl ên kurdan berdewam in.
Rêxistin, komele, sazî û kesayetiyên sivîl ji aliyekî va li kûçe û kolanan belavokan belav dikin û zanyariyan didin xelkê, ji aliyê din va diçin serdana dibistanan û bi birêvebiran ra hevdîtinan pêk tînin.
Komeke ku ji parêzer, mamoste, siyasetmedar, bazirgan pêk tê bi daxuyaniyeke hevbeş banga hilbijartina dersa Kurdî kir, dê û bav hewl bidin, ku zarokên wan dersa bijarte hilbijêrin.
Di daxuyaniyê da bal tê kişandin, ku ev ders ji sala 2012an û vir va li dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê tên dayîn.
Ew ders di rêya perwerdehiya bi zimanê zikmakî da gaveke girîng e û divê bê bikaranîn.
Ji ber ev ders ji bo amadekirina kadroyên mamosteyan û bicihkirina perwerdehiya Kurdî derfeteke girîng e.
“Divê zarok bên teşwîqkirin”
Di daxuyaniyê da qala girîngiya dersa Kurdî tê kirin û wiha tê gotin:
“Divê civak were agahdarkirin û zarok ji bo van dersan bên teşwîqkirin.
Ev ders gaveke ber bi perwerdehiya bi zimanê dayîkê va ye û dibe sedema amadekirina mamosteyan û afirandina bernameyeke standard e.
Di nav nifşên nû da axaftina bi Kurdî bi lez kêm dibe û asîmîlasyona dewletê cihê xwe dide xwe-asîmîlasyonê.
Ji bo rêlibergirtina vê yekê, divê zarok bi zimanê xwe bên perwerdekirin.
Eger em vê nekin, em ê mîrateya xwe ya bi hezar salan winda bikin û li hemberî zarokên xwe sûcdar bibin.”
Herwiha di daxuyaniyê da bang li her kesî tê kirin, ku ew bi pêşxistina van dersan û perwerdehiya bi zimanê zikmakî erkên xwe bi cih bînin.




