Weşana Navkurdê di Nîsana 2004an da dest pê kiribû.
Di destpêka NavKurdê da min wiha gotibû; „Navkurd, malpereke sîyasî û girêdayî ti hêz û partîyeke sîyasî nine. Lêbele, ev nayê wê wateyê, ku di NavKurdê da nivîsên sîyasî cîh negrin. Lewra hemû kar û xebatên ku ji bo gelê Kurd û Kurdistanê hatine û ten kirin, bi awayek kar û xebatên sîyasî ne. Heta nivîsandin û xwendina bi zimanê kurdî bi tena serê xwe jî sîyaset e. Em jî dê vê sîyasetê bikin…”
NavKurd li ser vî hîmê kurd û kurdayetîyê hate avakirin…
Di weşana xwe ya 20 salan da jî ti car ji vî hîmê xwe yê bingehîn neqetîya…
Ti car bi ber bayê bihêz û dijwar neket û ji rê û rêbaza xwe ya bingehîn dûr neket…
Rûmeteke mezin da kar û xebatên ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe, piştgirîya xwedîyê van kar û xebatên pîroz kir…
Jibo ku NavKurd ji alî kurdan va neyê şopandin û zêde neyê xwendin, dewleta dagirker di sala 2017an da ragihîştina NavKurdê ya li Tirkîyê û Bakûrê Kurdsitanê qedexe kir û ew qedexebûn jî bi salan kudîya.
Şopîner û xwendevanên NavKurdê kêm zêde ji %70 ji kurdên li Bakûrê Kurdistanê û li metropolên Tirkîyê dijîn, pêk dihat, ku hêjmara wan jî bi deh hezaran bû…
Ev yek jî ji bo NavKurdê astengîyeke dijwar û mezin bû. Loma piştî 20 salên dirêj, me biryar da ku em di meha Îlonê da dawî li weşana wê bînin.
Lêbelê gelek xwendevan û şopînerên NavKurdê bi bertekên xwe yên erênî pêşnîyar kirin, ku em ji nû va dest bi weşanê bikin û valahîya ku di vî warî da rû daye, careke din tijî bikin.
Me jî wusa kir û https://navkurd.com/ jî di destpêka Çile da û ji nû va di her maleke kurdan da dibe mêvan.
Çawa ku dibêjin, her destpêk, dem tê bi dawîyek va jî diqede, her dawîyek jî di qedandina xwe da destpêkeke nû dihebîne.
Ez hêvî dikim, ku ev mêvanîya NavKurdê ya duyemin jî dîsa bi salan û bi germîyeke neteperwerî bidome.
Bi silavên ji dil û bi hêvîya Kurdistaneke azad û serbixwe…
15.12. 2024