Nûnerê Serokê PDKê Mesûd Barzanî çûye Rojavayê Kurdistanê, ku li bi nûnerên ENKS û Mezlûm Ebdî ra bicive.
Tê gotin ku Nunerê Barzanî, Ebdulhemîd Derbendî ji Başûrê Kurdıstanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û ew dê îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ra bicive.
Gor çavkaniyeke taybet Ebdulhemîd Derbendî dê pêşî li Hisîçayê bi Mezlûm Ebdî ra, pişt ra jî ew ji wir derbasî Qamişloyê bibe û li wir jî bi serkirdayetîyên ENKSyê ra bicive.
Wek tê zanîn bi guhartina rewşa Surîyê va hewlên aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî, ji bo yekrêziyê zêde bûn.
Ji bo vê yekê Mesûd Barzanî 8ê vê mehê li Pîrmamê bi şandeya ENSKyê ra civiyabû. Baregeha Barzanî di derbarê wê civînê da dîyar kiribû, ku Mesûd Barzanî di civînê bal kişandiye ser girîngiya yekrêziya Kurdan û nêrînên xwe yê di vî warî da bi rayedarên ENKSyê ra parva kirîye.




