
Lokman Polat
Aynur Aras romannivîserek ji bajarê Erzeromê, herêma Serhadê a bakurê Kurdistanê ye. Ew di sala 1993ê de li Swêdê bi cih û war dibe û hêj jî Li Swêdê jiyana xwe didomîne.
Wê berê çend pirtûkên kurdî nivîsiye. Romana wê ya bi nave ”Leylana Kesk” romaneke baş bû, serketî bû. Ev romana wê ya bi navê “Berf û Berf” jî romaneke baş e, hêjayê xwendinê ye. Ev romana wê ya duyem e. Bi hêviya ku romana wê ya sêyem û pişt wê re hêj gelek romanên wê yên din jî derkevin.
Di romanê de welatê berfê ku ew der Kurdistan e, xwezaya wê, zivistan û xweşiya zozanên wê, çiyayên wê yên bilind tê rave kirin. Herweha di romanê de rewşa civaka kurd, serpêhatiyên leheng û fîgurên ku di cîhana romanê de ne, tê qal kirin.
Di romanê de ya herî girîng jî bal dikşîne ser qetlîama Dêrsimê ku ji alî dewleta tirk a kemalîst û dagirker pêk hat û bal dikşîne ser qetlîama Helepçê ku ji alî Saddam Huseyinê diktator ve pêk hat. Di romanê de dibêje ”Pêlên min ji zarokên çil rojî bihetanî kal û pîrên nohd salî pêlav dikir. Tu li bejin bala min mêze dikî digrî. Lê bêhn..?Behna sêvan..bêhn û rengê min û bêhna Helepçe..! “
Romana Aynur Aras ”Berf û Berf” ji alî naveroka xwe ve xurt e, zimanê wê herikbar e, hunandina wê û pevgirêdana beşan serketî ye. Leheng û karekterên romanê bi serketî hatine hunandin û afirandin. Li gor hunera wêjeyî, berhemek edebî ye, serketî ye, hêjayê xwendinê ye.
Roman di nav weşanên J#J yê de li Amedê hatiye weşandin.