Weşanên Helwest di sala 1992 ê de li Stockholmê/Swêdê bi fermî hatîye damezirandin. Ev 33 sal in ku Weşanxaneya Helwestê bi giranî Kurdî, lê carna jî pirtûkên tirkî diweşîne.
Weşanxaneya Helwestê du kovarên bi nave, ”Helwest kovara çandî edebî” û ”Ronî kovara lîteratûra kurdî” bi kurdî weşand. Lê ji ber sedemên teknîkî û aborî weşana herdu kovaran rawestand.
Weşanxaneya Helwestê, weşanxaneyeke kurdî ye û ji bo çand, wêje û zimanê kurdî xizmetê dike. Herwiha bezirganîya karê firotina pirtûkan jî dike. Weşanxaneya Helwestê li gor zagon û peymanên fermî ên Swêdê û ên bezirganîya navneteweyî hatîye damezirandin dikare li tevahiya cîhanê pirtûk çap bike û bifiroşe.
Weşanxaneya Helwestê ji bo pirtûkan erzan çap bike bi capxaneyekê re peymanek çêkirîye. Pirtûkên ku çap bikin, dê li Swêdê, Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê belav bike û bifiroşe.
Wek tê zanîn ne hemû, lêbelê hinek weşanxane heqê çapa pirtûkan ji nivîskaran werdigirin û hatina pirtûkên ku difiroşin jî bi wan re parve nakin, yek lîrayek jî ji hatina firotina pirtûkan nadine nivîskar. Lê Weşanxaneya Helwestê dê him mesrefa çapa pirtûkan de û him jî kar/qezanca wan de bi nivîskarê pirtûkê re şirîkatî bike û qezenca ku ji pirtûkan bi dest bixe bi nivîskar re parve bike. Bi gotineke din dê Weşanxane heqê telîfê / keda wan bide.
Weşanxaneya Helwestê heta niha ji 60 î zêdetir pirtûk çap kirîye. Ne tenê pirtûkên nivîskarên kurd, lêbelê wergera pirtûkên gelek nivîskarên biyanî yên cîhanê jî, hatîye weşandin. Wek nimûne, pirtûkên Shakespare, yên Çehov, Xelîl Cibran, T. S. Eliot, Aleksander Jaba, Samed Behrengi û gelekên din bi kurdî hatine wergerandin û weşandin.
Weşanxaneya Helwestê dixwaze cih bide pirtûkên zarokan û salê çend pirtûkên wêjeyî / roman, şano, çîrok û helbest, pirtûkên wergerê, bîranîn û yên lêkolînan jî biweşîne. Bi taybetî pirtûkên ji Swêdî û Îngilîzî wergerandine kurdî û yên kurdî wergerandine Swêdî û îngîlîzî.
Weşanxaneya Helwestê bang li nivîskarên kurd yên Ewropayê û welatên din, lê bi taybetî yên li Swêdê dijîn dike û dibêje:
-Werin em bi şirîkatî pirtûkên kurdî biweşînin û him li Ewropayê, him li Tirkîyê û him jî li Kurdistanê belav bikin û bifiroşin. Em bi hevûdu re pirtûkan çap bikin bigihînin li ber destê xwendevanên Kurd.
Nivîskarên Kurd ên ku li Swêd dijîn, werin em pirtûka we li ser navê Weşanxaneya Helwestê çap bikin, ji bo em bikaribin mireceeta / serlêdana Kulturrådetê bikin û pirtûkên we bifiroşin BTJ (Bibliotekstjänst), dezgeha kitêbxaneya Swêdê ku ji bo kitêbxaneyên Swêdê pirtûkan dikire. BTJ pirtûkan ji weşanxaneyan, şirketên weşanê dikirin, ji şexsan nakirin. Ji bo serlêdana dezgeha kulturî/kulturådetê ji dive serlêdan/mireceet li ser nave fîrma weşanxaneyê be.
Weşanxaneya Helwestê dixwaze hindik be jî heqê keda nivîskaran bide û ji bo firotina berhemên wan bibe alîkar. Nivîskarên ku şirîkatîyê naxwazin, dê weşanxane heqê telîfê bide wan. Weşanxaneyên Ewropîyan û ên tirkan %8 heqê telîfê an go heqê keda nivîskaran dide wan. Lê hingê nivîskar divê ji bo alîkarî yan jî wek diyarî ji bo nas û dostên xwe pirtûka xwe bi peretî bikire û bifroşe yan jî wek diyarî bide nas û dostên xwe, dê ji bo weşanxaneyê bibe alîkar.
Helbet heger nivîskar ji bo weşanxane çalak bibe, pirtir pirtûk biweşîne û an jî wek sponsor piştgirîya weşanxanê bike, ji bo pirtûkan bibe alîkar dê gelek baştir bibe.
Têbinî – Weşanên Helwest li wergeran digere. Kesên ku dikarin pirtûkan ji kurdî wergerîne Swêdî û Îngilîzî û ên ku dikarin pirtûkên edebî û yên perwerdeya zarokan ji Swêdî û Îngilîzî wergerîne kurdî, bila têkilî bi weşanên Helwest re daynin. Ji bo wêrgêran heqê wergêrê dê li gor standartên wergeriyê yên ku li Tirkiyê ji alî weşanxaneyan ve didine wergêr be.
Weşanên Helwest
Têkilî – Meil : helwestforlag@hotmail.com
Tel / Wapshap : 0046762092352