Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku ew dê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku di meha îlonê da çê dibe, Filistînê wekî dewletek nas bikin.
Berî Kanadayê Brîtanya û Fransayê jî ragihandibû ku ew dê Filistînê nas bikin.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney ragihand ku welatê wî biryar daye Filistînê wekî dewletekê nas bike.
Carney di daxuyaniya xwe da eşkere kir ku ew dê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî da dewleta Filistînê nas bikin.
Li aliyê din, wezîrên karên derve yên Andora, Awistralya, Kanada, Fînland, Fransa, Îzland, Îrland, Luksemburg, Malta, Zelendaya Nû, Norwêc, Portugal, San Marîno, Slovenya û Spanyayê di derbarê pirsgirêka Îsraîl û Filistînê da daxuyaniyeke hevpar a bi navê ‘Banga New Yorkê’ belav kiribû.
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin, “Wekî gaveke bingehîn a ku divê di warê çareseriya du dewletî da were avêtin, ew welatên ku heta niha Dewleta Filistînê nas kirine yan jî nirxandina xwe ya erênî ya ji bo naskirinê ragihandine, bangî hemû dewletên ku heta niha di vî warî de gav neavêtine dikin, ku beşdarî vê bangê bibin.”