
İkram Oguz
Ji bo gelê ku wek netewe bê pênasekirin du şert û mercên bingehîn pêwîst in.
Ji wan yek ax e, ku li ser wê axê bikaribin bi hev ra bijîn.
Ya din jî ziman e, ku pê biaxifin û hevdu fam bikin, ku bi têkilîyeke xurt bikaribin di her xalên jîyanê da hevparîyeke bi rêk û pêk ava bikin .
Herçiqas civaknas û sîyasetvan çend mercên din jî pêwîst bibînin, ew jî bi van herdu şert û mercên bingehîn va girêdayî ne.
Axa ku kurd li ser dijîn û jê ra welat dibêjin he ye u navê wê jî Kurdistan e.
Lebêlê wek erdnîgarî Kurdistan yek be jî, ew welateke çar parçe ye û sînorê di navbera herçar parçeyan da cîh digrin, ew jî di bin bandora dewletên dagirker da ne.
Ger ku mirov sînorê di navbera Behdînan û Soran da hatîye kişandin bide berçav, wê gavê dikare bibêje, ku Kurdistana ji alî dagirkeran va bûye çar parçe, bi destê kurdan va parçeyek lê hatîye zêdekirin û bûye pênc…
Ev jî ji bo netewîtîya kurdan bê nebê astengîyeke dijwar e.
Rewşa ziman ji ya axê jî xirabtir e.
Herçiqas zimanê ku Kurd pê diaxifin, Kurdî were binavkirin jî, ew di realîteyê da zimaneke hevpar nîne.
Jiber ku Kurdî ji çend zaravayan pêk tê.
Gor zimanzanan kok û bingeha wan zaravayan yek be jî, ew bi demê ra ji hev dûrketine û ji ali hemû kurdan va nayên axaftin û famkirin.
Li bakurê Kurdistanê, zaravayê ku kurd pê diaxifin kurmancî û kirmanckî ne, ku ji kurmanckî ra zazakî û dimilkî jî tê gotin.
Ji bakur du kurdên Kurmanc û Zaza werin ba hev, ger ku nehatibin pişaftin, bi zaravayên xwe hevdu fam nakin. Jiber ku bi gelemperî Kurmanc zazaki, Zaza jî kurmancî nizanin. Zazayên ku bikaribin kurmancî biaxifin, hene, lêbelê ew jî wek kêmanîyên ziman di nav piranîya kurmancan da ji bêçaretîyê ferî kurmancî bûne.
Li rojhilatê Kurdistanê, zaravayê sereke kurmancî, li alî sînorê başûr jî goranî ye. Ez bawer im, ku li wîr jî rewş weke bakûrê Kurdistanê ye. Dibe ku li wir Goran jî wek zazayan kurmancî bizanibin, lê kurmanc fêrî goranî nebûne û axaftina goranîyan jî ji sedî sed fam nakin.
Başûrê Kurdistanê di warê erdnîgarîyê da jî, di warê ziman da jî bûye du parçe. Li wir hinek zaravayên din hebin jî, soranî û kurmancî zaravayên sereke ne.
Li başûr jî rewş berevajî ye.
Kurdên li herêma Behdînan dijîn, kurmanc in û ew kêm ya jî zêde bi zaravayê soranî dikarin biaxifin, lêbelê Soran kurmancî nizanin û yên bizanibin jî di jîyana xwe da zêde bi kar naynin.
Kurdên Başûr, ku qaşo 35 sal e azad in, xwe bixwe birêva dibin, lêbelê di warê yekitîya ziman da gavek neavêtine, tewra di navbera herêmên xwe ra sînor kişandine û li çar parçeyên Kurdistanê parçeyek nû zêde kirine.
Ji parçeyên Kurdistanê, parçeyê ku kurd tê da bi yek zaravayek diaxifin û hevdu fam dikin, ew jî Rojavayê Kurdistanê ye.
Ji bilî yekitîya ax û ziman, çend mercên din ên ku civaknas û sîyasetvan ji bo neteweyîyê pêwîst dibînin, ew jî li Rojava tên dîtin.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibeje, ger ku li parçeyek Kurdistanê îhtimala avakirina yekitîyeke neteweyî û herwiha damezrandina Kurdistaneke serbixwe hebe, ew dê li Rojavayê Kurdistanê ava bibe, ku herçiqas Rojava parçeyê piçûk be û kurdên li wir dijîn îro daxwaza dewleteke serbixwe nekin û wê ji bo xwe guneh bibînin jî…
Çima Rojava?
Jiber ku kurdên rojavayî hemû şert û mercên netewetîyê di nav xwe da dihewînin.
Ji bilî Rojava, Kurd li her sê parçeyên din li ser axeke hevpar bijîn jî ji alî ziman va hevdu fam nakin.
Bi taybetî li Bakûr, ku di warê erdnîgarî û serjimarîyê da parçeyê herî mezin e, li wir;
Kalik û torin…
Xal û xwarzî…
Ap û birazî jî êdî nikarin bi zimaneke hevpar bi hev ra biaxifin û hevdu fam bikin.
Ev yek li seranserê Kurdistanê wek astengîyeke mezin rê li ber nêzîkbûn û yekitîya kurdan digre.
Sedama nejihevfamkirinê jî pişaftin nîne. Heta mirov dikare bibêje îro bi saya pişaftinê Kurd dikarin bi hev ra biaxifin û hevdu fam bikin.
Loma zimanê hevpar, li bakur ji bo kurmanc û zazayan Tirkî…
Li Rojhilat ji bo kurmanc û goranan Farisî…
Li Başûr jî ji bo kurmanc û soranan Erebî ye.
Mirov vê yekê li derveyî welat, li koçberîyê jî bi zelalî dibîne.
Dema ku şîn û şahîyên neteweyî li Ewropayê werin lidarxistin, kurdên ji çarnikalên Kurdistanê beşdarî wan şîn û şahîyan dibin.
Lêbelê ji çar parçeyên Kurdistanê çar kurd, kurrmanc, zaza, soran û goran, werin ba hev û bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin, hevdu fam nakin. Sedem vê yekê li koçberîyê jî zimanê kurdan yê hevpar kurdî nîne. Li Almanyayê almanî, li welateke din jî zimanê wî welatî ye, ku ez vê rewşê wek hevparî ya jî yekitîya di xirabîyê da bi nav dikim.
Jiber kurd ya ji alî dagirkeran va werin pişaftin, ya jî di koçberîyê da fêrî zimanekî nû bibin, dikarin bi hev ra biaxifin û hevdu fam bikin.
Loma divê em vê rewşê bipejirînin û gilî û gazinan ji hev nekin.
Ne tapûya axa me di destê me da ye…
Ne jî di zarê me da zimaneki me yê hevpar he ye…
Divê em berê ji xwe ra zinman ya jî zaravayeke hevpar bibînin û pê biaxifin, ku berê gotin û nêrînên hevdû fam bikin, dû ra jî bi kar û xebateke hevpar yekitîyeke neteweyî ava bikin…
Jiber ku ziman berdevkê hiş e.
Zimanê hevpar, hevparîya hişê girseyî dihûnîne.
09.04.2025