
Siraç Oguz
Di erdnîgarîya rojhilata navîn da, tu miletekî qasî kurda komkujî û zordestî nedîtîye. Ew jî bi piranî ji fikr û ramanê kurdan û ji bêtevgerîya kurdan hatîyê serê kurdan. Îro di rojhilata navîn da bi dehan dewletên misilman hene. Miletê kurd jî ji sedî nod misilman e. Xencî miletê kurd miletek din bi biratîya omedê û bi sözên vala nehatîye xapandin. Miletê kurd, heta roja îro ji bê aqilîya xwe û ji sîyaset û bê tifaqîyê nebûye xwedî dewlet.
Di dîroka kurdan da her tişt pir zelal tê xûyakirin. Kurd heta ji dîroka xwe baş ders negrin û daxwazên xweyên neteweyî li pêş ol û biratîya omedê û gelan negrin, ne dibin milet ne jî dibin dewlet.
Heger ku bi biratîya omedê nehatan xapandin, kurd deh caran dikarîbûn bibina xwedî dewletek serbixwe. Kurd, herdem bi fedakarî şer kirine û bi mîlyona hatine kuştin. Lê dawîya dawî bi fêlbazîya biratî û omedê kurd hatine xapandin.
Li ser van xapandinên kurdan, bi dehan mînakên dîrokî hene. Ji wan çend mînakên balkêş hene ku mirov matmayî dibîne.
Yek di dema şerê cîhanê ya yekemîn da, di navbera generalê Rûs û çend giregir û serokeşîrên kurdan da derbas dibe.
Şerê Osmanî û Ûrisan şereke domdar e. Li qada şer kesên ku li dijberî Ûris şer dikin tenê kurd in. Generalekî Rûs rojekê ji mirovên xwe ra gotîye; ”Herin ji kurdan çend kesên xwedî bandor bibînin û bînin, em ji wan bibihîzin ku derd û kulen wan, daw û doza wan çî ye, ji bo çi şerê me dikin?”
Dema ku kurd û general hatine rû hev generalê Rûs ji Kurd ra gotîye; “Ez bi we û miletê we ra şer nakim. Ji xwe ez leşker nebama beşdarî şer jî nedibûm. Ez leşker im û ji bo karê xwe jî mûçe distînim. Loma heta ku leşkerîya min biqede, ez mecbur im beşdarî şer bibim. Lêbelê ez we fam nakim. Me şerê we nekirîye û hûn jî ne leşker in. Hûn xelkê vê herêmê ne û pêwîstîya Tirkan jî, ya Osmanîyan jî ya me jî bi we he ye. Kîjan dewlet ya jî hukumet bi ser bikeve, ji bo we ferq nake. Ji xwe ra li cîhê xwe bisekinin û şerê me nekin. Dawxazeke we ya din hebe, bejin ku em alîkarîya we jî bikin…”
Kurd jî wek bersiva general dane û gotîne; “Hûn kafir in, em we bikujin terin bihuştê, hûn me bikujin, em şehîd dikevin û dîsa terin bihuştê…”
General matmayî ma ye û bi zimanê xwe gotîye; “Qezenca du alî, gelo kê Kurd wisa xapandine û ev tişt kirine serê wan…”
Dema ku şerê cîhanê destpêkir, împaratorîya Osmanî bi alîkarîya Almanyayê êrişî Împaratorîya Ûris kir. Şer heta 30 Cotmeha sala 1918an dewam kir. Di şer da ji 130 hezar leşkerê Osmanî hatin kuştin, 90 hezarê wan ji birçîbûn û ji seqemê mirin. Tê gotin ku ji wan sedî 95 kurd bûne.
Piştra li hemû wîlayetên serhedê, kurd bi dil û can li dijî Rûsan bi tekbîr û selawatan şereke giran dikin. Lê ne ji bo netewa xwe, ji bo împaratora Osmanî û temsîla omedê. Tirkan bi qûweta kurdan Rûs ji Kurdistanê derxistin.
Yek jî di derbarê têkilîya Kurd û Îngilîzan da ye.
Di destpêka komara Tirkîyê da, dîsa firsendek baş ket destê kurdan. Ew jî serhildana di bin Serokatîya Şêx Seîd da bû. Li dijî serhildanê, leşkerên bi navê artêşa tirkîyê kes namîne. Mixabin serhildan bi îxaneta kurdan bi dawî dibe.
Şêx Elî Riza vê yekê jî di pirtûka bi navê, „Bavê min Şêx Seîd“ da bi kurtasî baş anîye ziman.
Gor gotina Şêx Elî Riza, di destpêka sedsala 20an da Îngilîz û Kurd li bajarê Silêmanîyê civînek li dar dixin. Ji kurdan Şêx Mahmud, Seyyîd Taha, serokê eşîreta Gerdîyan û Xoşnakan, ji Amedê Selîm Axa û Mahmûd Axa, Simko û gelek kesên din beşdarî civînê dibin.
Di civînê da Kurd ji Îngilîzan daxwaz kirine ku ew li ser soza xwe bisekinin û çek û sîlehan bidin wan…
Îngilîzan bersiva kurdan dane û gotine; “Em çek û sîlehan bidin we û hûn jî careke din dîsa werin, bi çek û sîlehên me şerê me bikin… Hûn herin bi tirkan ra şer bikin, ku em jî bizanibin hûn ne dostên tirkan in…”
Sed sale komara kemalîst bi îdeolojîya îttîhat û Terrakî li parlamentoya Tirkîyê da didome. Daxwaz û gotinên kurdan, yê ji bo komara demokratîk dişibe, daxwaz û gotinên parlamenter û rêxistinên sedsal berê wek yên Ermenîyan. Kurd ne dikarin bibin demokrat ne jî dikarin Tirkan bikin demokrat û xwedî komara demokratîk.
Kurdistan sed sal berê bi navê peymana Sykes-Picot hat perҫekirin. Ew dewletên wê qerara bêyom girtibûn îro alîkarîya kurdan dikin.
Ji ber wê jî îro dîsa di destê kurdan da firsendên zêrîn hene. Ҫavê hemû cîhanê li ser kar û tevgera kurdan e. Divê Kurd jî êdî dost û hevparê xwe gerek baş hilbijêrînin.
25.12.2024