Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê aht pîrozkirin.
Ji bo pîrozkirina Newrozê gel herikî qada Newrozê.
Agirê yekem ê Newroza îsal roja 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahi jî heta îro dewam kir.
Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê bû, şahî li Parka Newrozê hate lidarxistin.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê jî beşdarî Newrozê bibû û li ser pêşhatên pêvajoyê ji Rûdawê re axivî.
Leyla Zanayê di axaftina xwe da diyar dike, ku Nêçîrvan Barzanî di pêvajoyê de roleke girîng listiye.
Leyla Zana ji bo pêvajoyê jî wiha dibêje;
“Baweriya min bi gelê me he ye.
Dema Kurd ji hev aciz dibin ez ji tevan aciz dibim.
Kurd îro nêzîkî hev in.
Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek piştgirî daye vê pêvajoyê, ez jê re spas dikim.
Li hundir pirrengî û pirdengî, li derve yekrengî û yekdengî.
Gel yek e, reqabeteke rêxistinî heye. Îro ne roja reqabetê ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê tiştê zehmet li pey xwe hişt, rêyeke zehmet vekir. Rêya pîroz rêya aştiyê ye. Ez jê re dibêjim, ‚Vê rêyê bi lezgînî veke.‘
Daxwaza min ew e, ku Kek Mesûd hemû rêxistinên Kurdan wekî zarok û birayên xwe bibîne, rola wî mezin e.
Wan cangoriyan xwe ji bo îro feda kir, em ji wan û dê û bavên wan ra minetdar in.
Kurd tim aştîxwaz in, tenê xwe diparêzin. Dema tu hêkekê ji hêlîna çûkekî derxî ew dê jî bi pey te bikeve.
Medyaya Kurdî cara yekem zimanekî çêker bi kar tîne.
Em ji hemû bindestan re bûne hêvî.
Kurdistan mala me hemûyan e. Rûdaw ji banga Serok Apo û heta niha xeteke rast dimeşîne.
Di doza Kurdistanê şexs biçûk in, nav ne girîng in.
A girîng doza Kurdistanê ye
Divê ên ku ji me xeyîdîbûn gavan biavêjin, dora wan e.
Ez Newroza Birêz Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî pîroz dikim.
Hêvî dikim careke din ew bi xwe werin.”