Komîteya Bilind a Yasayî ya girêdayî Serokatiya Rûhanî ya Durziyan li Siwêdayê rêvbirîyeke xweser îlan kir.
Di heman çarçoveyê da, ji bo hêzên asayişa navxwe jî fermandarekî nû hat destnîşankirin.
ragihand ku ji bo birêvebirina karûbarên parêzgehê ofîseke demkî hatiye avakirin.
Di daxuyaniya komiteya bilind da wekî sedema vê pêngavê hovîtî û binpêkirinên hêzên hikûmeta demkî û komên çekdar ên girêdayî wê tên nîşandan û wiha tê gotin:
„Siwêda di qonaxeke hestiyar û çarenûssaz re derbas dibe. Ev yek jî bû sedema tevgereke rêxistinî ji bo pêkanîna pêdiviyên xelkê û birêvebirina saziyan e.“
Ji bo erkên komîteyê jî di daxuyanîyê da wiha tê gotin, „birêvebirina karûbarên parêzgehê di warên îdarî, ewlehî û xizmetguzariyê de, parastina saziyên giştî û taybet, rûbirûbûna gendeliyê û rakirina zilmê li ser welatiyên ji hemû pêkhateyan hatîye diyarkirin.“
Gor daxûyanîyê ofîsa demkî ji 8 endaman pêk tê û nav û berpirsyariyên wan jî ev in:
- Welîd Fedlullah El-Qedmanî: Sektora encûmenên bajar, bajarok û şaredariyan.
- Fatin Îbrahîm Cûdiye: Sektora Karûbarên Civakî, Xebat, Heyva Sor û Xwendina
- Macid Seîd El-Beyrûtî: Sektora Veguhestin, Gihandin, Elektrîk û Peywendiyê
- Dr. Mazin Faris El-Tewîl: Sektora Tenduristî, Çand, Ciwan û Werzişê
- Xeldûn Fewzî Ebû Seide: Sektora Aborî, Bazirganî û Pîşesaziyê
- Nîdal Mihemed Ezîz: Sektora Plansazî, Bûdce û Kompanyayên Sektora Giştî
- Îsam Ureyc: Sektora Çandinî, Çavkaniyên Avê û Karûbarên Avadaniyê
- Dr. Newal Yûnis Neîm: Sektora Perwerde, Geştûguzar, Şûnwar, Jîngeh û Çavkaniyên Kanzayî.
Her wiha Mahir Xalib El-Endarî wekî sekreterê giştî yê parêzgehê hatîye erkdarkirin.
Ji bo fermandariya hêzên asayişa navxwe jî Şekîb Ecwed Nesir û wekî alîkarê wî jî Emîd Enwer Adil Rizwan hatine destnîşankirin.