
Lokman Polat
Di dema berê de dengbêj, stranbêjên Serhedê bi nav û deng bû. Navdariya wan ango navûdengê wan dengbêjên hêja hêj jî heye, navûdengê wan hêj jî didome. Kurd bi dilxweşî gohdariya kilam û stranên dengbêjan dikin. Lêbelê niha navdarên nû yên Serhedî hene. Ev navdarên nû jî nivîskarên kurd ên Serhedî ne. Di salên piştî duhezarî de nivîskarên kurd yên Serhedê jî bûne navdar. Van nivîskarên kurd gelek pirtûkên lêkolînî û edebî/wêjeyî afirandine. Heger wek mînak mirov navên çend nivîskarên navdar bide; Rohat Alakom, Îkram Oguz, rahmetî Ahmed Aras, Fêrgîn Melîk Aykoç, Mehmet Sadik Varlî, Ayhan Mereto, Dagistan Karakoç, Mîr Qasimlo, Zekî Norşîn, Ercan Aras, Îhsan Aksoyê rahmetî û hwd. Ku niha navên wan nedibîra min de ne. Van nivîskarên hêja bi kurdî pirtûk nivîsîne, berhem afirandine. Wan bi berhemên xwe çand, ziman û edebiyata kurdî dewlemend kirine.
Birêz Îkram Oguz yek ji nivîskarê Serhedê ê berhemdar e. Ji bajarê Erzeromê ye. Berê rojnamevanî û weşangerî kiriye, rojnameya Azadî de xebitiye. Paşê li Almanyayê malpera Navkurd damezrandiye û di vê malperê de bi sedan gotarên kurdî nivîsiye û herweha çend pirtûkên kurdî ên çîrok û roman nivîsiye û weşandiye.
Mîro – çîroka şer û koçberiyê, navê romana wî ye. Roman 139 rûpel e. Di nav weşanên ”Do” de li Stenbolê hatiye weşandin. Romannivîserê kurd Îkran Oguz romanê diyarî ji bo bîranîna bavê xwe kiriye.
Roman bi hatina du cendirmeyan dest pê dike. Du cendirme tên gund, diçine mala muxtarê gund û xebera reş a mirina kurê wî yê li leşkeriyê didinê. Di heman rojî de jina kurê muxtar ku navî Mîro ye û li leşkeriyê miriye re kurekî dibe. Muxtar ango kalikê bebikê navê wî jî Mîro datine.
Di wê demê de, ango di dema şerê Rûs û Osmaniyan de, gundê Mîro wek gelek gundên herêma Serhedê geh diket bindestê leşkerên artêşa Rûsan û geh jî diket bindestê leşkerên artêşa Osmaniyan. Runiştvanên gund, kurdên reben di nav dêrê û mizgeftê de neçar mabûn. Leşkerên artêşên herdu dewletên dagirker li gundiyên kurd ên belengaz zilm û tehda dikirin.
Li herêma Serhedê şer û koçberî bubû qedera gundiyên kurdan. Gundiyên gundê Mîro li hevûdu dicivin li ser rewşa xwe, çarenûsa xwe ya pêşerojê diaxifin û biryara koçberiyê ango ji gund koç bikin herin, digrin. Helbet ev biryarek hêsan nebû, biryarek biêş bû. Ji ser axa bav û kalên xwe rabûn û çûyina deverek din zor û zahmet bû.
Romana Mîro romaneke civakî a gundeke Kurdistanê ye. Civaka kurd a gundî, zahmetiyên wan ên jiyanê, dagirkirina leşkerên artêşên dijmin, zilm û zordariya wan bi hunera romanê, bi zimanek edebî/wêjeyî hatiye rave kirin. Di her romanek de çîrokek bingehîn heye ku bi hunera romanê li hevûdu tê hunandin. Çîroka romana Mîro jî çîroka şer û koçberiyê ye, çîroka çarenûsa belengaziya gelê kurd e.
Di romanê de, li cihê ku Gulê di rê de/di rêwîtiya koçberiyê de diweste û bebika xwe ya qumatek li bin dareke dihêle û diçe, dil û kezeba mirov dişewite. Ev gotina ”Dê weledê xwe diavêje” ji bo dema tehcîra koçberiya kurd û êrmenan hatiye gotin.
Gulê bebika xwe a di qumatekê de dihêle, lêbelê birayê wê pê dihese û dere bebikê tîne. Di dema tehcîra kurd û ermenan de di rê de bi sedan, bi hezaran jin, zarok, bebik û kalepîr mirin. Desthilatdariya faşîst a Îtîhad û Terakî – ku desthilatdariya kemalîst jî berdewama Îtîhad û Teaqiyê ye – ne tenê ermen hatin tehcîr kirin, bi dehhezaran kurd jî hatin tehcîr kirin û di riyan de bi hezaran kurd mirin.
Di şerê cîhanê ê yekemîn de bi sedan gundên Serhedê hatin valakirin, gundiyên kurd yên wan gundan bûn koçber. Niha, çavkaniyên/dokumentên nivîskî jî derketine holê ku bi fermana hukumata Îtîhat û Teraqî fermana tehcîra kurdan derketiye. Bi sedhezaran kurd tehcîrê behra reş, anatoliya navîn û trakyayê/rumeliyê kirine. Wan birine wan deran û di nav pêvajoya salan de gelek kurdên koçber û zarokên wan li wan deran bi feqîrî û belangazî jiyane, yên ku nexweşketine mirine, yên mane û bi taybetî zarokên wan jî asîmîle bûne.
Di dema Osmaniyan de, bi taybetî jî di dema Yavuz Siltan Selîm de gelek kurd birine bajarên behra reş û herweha di dema Îtîhad Teraqî de dîsa bi hezaran kurd birine bajarê Trabzonê, Rîzeyê û Samsunê. Ew kurd di wan bajaran de heliyane, asîmîle bûne.
Dema mirov li dîroka nêzîk a kurd û Kurdistanê binêre tehcîra kurdan, koçberiya kurdan, mijareke girîng e û birêz Îkram Oguz baş kiriye ku vê mijara girîng a koçbûnê di romana Mîro de aniye zimên. Vebêjê romanê/nivîskar derbarê vê mijarê de weha dibêje : ”Kurdên herêmê wek şêniyên Goma Asê, ji tirs û xofa Ûris ber bi rojava direviyan, Êrmenî jî, ji tade û zilma Osmaniyan ber bi rojhilat. Ji ber sîyaset û şerên di navbera herdu dewletên dagirker da diqewimî, cînarên ji bav û kalan vir da cînar û kirîvên hev, Kurd û Êrmenî, bi hev re bibûn neyar. Têkiliyê wan ên bi salan hatibûn birîn, bîr û bawerîyê wan ên olî bibû bela serê wan. Dewleta Ûris, ji ber wan Kurd wek şirîgê Osmaniyan dihesiband û li wan zilm û zordarî dikir, dewleta Osmanî jî Êrmenî wek şirîgê Ûris didît û bi şer û kuştinê koka wan ji binî da diqeland. Herdu dewletên dagirker ji bo perçeyek erdê vik û vala şerê hev dikirin, zirar û ziyana şerê wan Kurd û Êrmeniyan dikşand. Zar û zêçên wan, mal û milkên wan di bin lingên leşkerên herdu dewletan da dipelixîn, jiyan li wan diherimî, pergala wan belav dibû, rê û dirb li wan dihat girtin. Li pêşiya wan yek rêyek tenê dima, ew jî rêya koçberiyê bû. ”Rûpel : 19/20.
Gundiyên koçber ji xwe re cih û wareke nûh dibînin. Ew ji şerên navbera Osmaniyan û Rûsan dûr dikevin, lêbelê vêca tofanek din derdikeve pêşiya wan. Ev tofan tofana xezeba xwezayê ye. Gundî navê cih û warê xwe ê nû datînin ”Goma Mîro.” Mîroyê biçûk ku bavê xwe qet nedîtiye, li ber destê kalê xwe mezin dibe û dizewice. Piştî zewaca Mîro celba leşkeriyê jê re tê. Divê here ji artêşa dewleta dagirker a kemalîst re 4 sal leşkerî bike. Lêbelê Mîro naçe leşkeriyê û dibe qaçax.
Qumandarê/fermandarê leşkerên dewleta dagirker malbata Mîro çavtirsî dike û ji kalê Mîro re dibêje : ”Heger hûn hetanî hefteyek Mîro neynin radestê me nekin, ez ê te, diya wî û jina wî bigrim biavêjim zîndanê.” Lê, Mîro dîsa jî naçe leşkeriya tirkan nake.
Mîro dibêje: ”We hemûyan jî bigrin, gund bişewitînin jî ez naçim askeriyê.”
Birayê Mîro navê wî Cemîl e, wî çar sal leşkerî kiriye. Ew di şûna Mîro de carek din diçe leşkeriyê.
Di dema serîhildan û têkçûna serihildana Şêx Seîd de digel ku Mîro û gundiyên wî beşdarê serîhildanê nebûne jî ji alî hêzên dewleta dagirker ve têne girtin û sê meh di hepisxaneya Xinusê de radizin lê paşê têne berdan. Di wê dema têkçûna serîhildanê de zilm û zordariya ku leşkerên dewleta kemalîst li hemberê kurdan pêk tînin di romanê de tê qal kirin.
Di cihek romanê de behsa ”Alayiyên Hemîdiye”yê tê kirin. Ev hêza leşkerî ji alî Siltan Evdilhemîd ve hatibû damezrandin û li gorê fermana fermandarê artêşa Osmanî tevdigeriyan, çalakiyan pêk dianiya. Di dema şerê Osmaniyan û Rusan de ev hêza leşkerî/Alayên Hemîdiye li pêşberê artêşa rusan sekinîn û li hemberê wan şer kirin. Di wê demê de bi fermana dewleta Osmaniyan wan gelek ermenî kuştin. Helbet ermeniyan jî bi leşkerên rusan ve kurd kuştin. Di romanê de ev mijar gelek baş tê rave kirin.
Di xwendina romanê de, dema min sernivîsa dabeşa romanê dît, ez ji xwe re mam heyirî. Navê sernivîsê ”Mîro hêwiyê tîne ser Senemê” Mîroyê bavê şeş zarokan li ser diya zarokan hêwî tîne. Çima? Çi bû sedem ku Mîro carek din dîsa zewicî? Min meraq kir. Ez bawerim xwendevanê ku vê nivîsa min dixwîne yan jî bixwîne ew jî dê meraq bike. Lêbelê ez ê sedemê zewaca Mîro nebêjim û vê pirsgirêkê wek meraq bihêlim. Ji xwe ez di gotarên danasîn û nirxandina pirtûkan de car caran metoda meraq hêştinê pêk tînim ku xwendevan/xwîner pirtûkê/romanê meraq bike û here bikire û bi tevahî bixwîne.
Dema min di romanê de dabeşa sernavê wê ”Şerê pismaman dest pê dike” dît, min ji xwe re got : ”Tam kar û barê nezanîna civaka kurd e.” Hinek kurd dema halê wan xweş dibe, dewlemend dibe yan jin dikin yan jî mêr dikujin. Mîro jina duyem tîne. Ji herdu jinan 11 zarok diwelidin, çêdibin. Halê wî xweş dibe û bi pismamê xwe re pev diçe, dixwaze wan ji gund derxe, biqewirîne, wan koçber bike.
Di nav tirkan de gotineke pêşiyan heye. Xwedêgiravî ev gotin gotina bav û kalên wan e. Dibêjin: ”Akraba Akreptir.” Yanî eqreba aqreb e. Dupişk e. Eqrebe, xinam û mirovên hev ji hevûdu re xirabî dikin, ji hevûdu re eqreb in, wek eqreban bi hev ve didin. Di şerê pismaman, şerê di navbera Mîro û pismamê wî de çi pêk tê? Di encama şer û pevçûnên Mîro û pismamê wî Resûl de çi diqewime? Herdu alî çi tînin serê hevûdu? Zilma ku Mîro û zarokên xwe li pismamê wî Resûl dikin digîşe çi radeyê? Û tolhildana Resûl bi çi xezebê pêk tê? Pismam çi tînin serê hev? Li ser pirsgirêka parçeyek erdê xalî, neyartiya eqreba û mirovên hev bi hevûdu re, di şerê navbera pismaman de kuştina xortan, di romanê de bi berferehî tê qal kirin.
Dawiya romanê bi şerên di navbera pismaman de, bûyerên nemirovane yên hov û dramatik pêk tên û herweha dawî lêanîna jiyana Mîro ya bi şêweya dramatik roman dawî dibe. Şêweya şiklê kuştina Mîro ji alî pismamê wî Resûl ve hovîtiye, wahşet e. Beşên dawî ên romanê xirabiya şerê doza xwînê/kan dawasî ku hêj jî di nav kurdan de didome, hestên tolhildanê, zilm, zordestî û xirabiyên ku li hemberê hev pêk tînin, tê rave kirin. Ev rave kirin, qalkirina bûyerên bi vî rengî, rengeke civakî dide naveroka romanê. Ji bo ku bûyerên weha di nav civaka kurd de, di gelek herêmên Kurdistanê de pêk hatine û hêj jî pêk tê, ango ji ber naveroka romanê ez dikarim bibêjim ku ev romaneke ralîzma civakî ye.
Derbarê romanê de bi gelemperî çend gotin; Naveroka romanê rastiya rewşa gundiyên kurd ên koçber di dema şerê Rûs û Osmanîyan de û herweha jiyana wan a zor û zehmet a wê demê tîne zimên.
Girêdana naveroka romanê bi dema nêzîk a dîroka kurd û Kurdistanê ve girêdayîye.
Zimanê romanê kurdiyek baş û paqij e. Zimanê gelêrî bi hunera edebî hatiye nivîsîn. Xwendevan romanê di nav atmosfereke edebî/wêjeyî de bi kelecan dixwîne. Berg, mîzanpaj û edîtorîya pirtûkê baş hatiye pêkanîn. Jiyana kurdên Serhedê, rewşa gundiyan, adet û torêyên kurdên Serhedê, têkilî, şer û pevçûnên gundiyan bi hevdu re û hwd, gelek tiştên civakî, çandî di naveroka romanê de hene.
Min romana birêz Îkram Oguz ya bi navê ”Mîro” bi dilxweşî xwend, hûn jî bixwînin!..
Xwendina berhemên edebî xweş e, zanîna mirov, asoyên mirov fereh dike.
Bi hêviya afirandina berhemek/romanek nû.