Serokkomarê Fransayê ragihand ku divê welatên rojavayî derbarê desthilata nû ya Sûriyeyê da saf nefikirin. û soz da ku welatê wî dê pişta şervanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bernede.
Piştî rejîma Beşar Esed ji aliyê hêzên mixalefeta Sûriyeyê va hat rûxandin, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, cara yekemîn îro axifî.
Macron di axaftina xwe ya ku di civîna dîplomatkar û balyozên welatê xwe kir, wiha got; „Divê em bi awakî saf li guhertina rejîmê ya li Sûriyeyê nenêrin.“
Her wiha di derbarê şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê da jî axivî û wan wekî şervanên azadiyê bi nav kir û got, „Fransa desto ji piştevanîya şervanên azadiyê bernade, ku ew li dijî komên tundrew ên li Sûriyeyê şer dikin.“
Macron di civînê da ji bo rola Îranê ya li Rojhilata Navîn jî wiha got, „niha, Îran pirsgirêka sereke û stratejîk e ji bo Fransa, ji bo Ewropiyan û tevahiya herêmê.“
Wezîrê derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî piştî civîna xwe ya bi Serokê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer ra li Şamê kiribû, ragihandibû ku li bakurê Sûriyeyê şer bê rawestin.
Jean-Noel Barrot kurd wek hevpeymanên Fransayê bi nav kiribû û gotibû, „divê agirbesta berdewam li bakurê Sûriyeyê bê bicîkirin.“




