
Riza Çolpan
Xwendevanên xoşewîst, piştî demek dûr û dirêj, bi nû va “Dema we bi xêr, roj baş” dibêjim û dixwazim çend gotin û ristan jibo we binivîsînım.
Çawa ku hûn jî dizanin rêvebir û koordînatorê vê malpera Kurdî berrêz Îkram Oxiz çend meh berê bîryar standibû ku dawî bide weşîneka Navkurd. Camêr jibo vê daxwazî û bîryara xwe, bi nivîskî em nivîskar û xwendevanên malperê agadar kir. Bi rastî wexta ku min ev bîryara berrêz Îkram xwend, ez gelek, gelek berketim. Ji ber ku dengekî berz û pîroz, jibo gelê minê bindest dihat qutkirin, dihat kuştin; lê tiştê ku ez bikim, di destê min da ew tişt tunebû û heqê min jî tunebû ku ez bi nivîskî pestê bidim ser Kek Îkram û jê ra bibêjim “Tu çira dawî didî weşanên malpera Navkurd?”. Jixwe di wê demê da ez jî gelek nexweş, di xwîna min da şêrpençe derket, xurrîyekî wekî nexweşîya girr ket laşê min, xew ji min revand, mirinê jî ez gelek, gelek tirsandım, hêj jî ew tirs di mêjîyê min da min bêkêf dike, lê di destê min da jî tiştek û havilek tune. Lewra sal bûn 91, 73 sal dîyarî xurbet û kesera welêt, kesera nêzî heftê mîlîyon bindestîya xuşk û birayê minên Kurd û rewş û hişmendîya vî gelê ku dost û dijmin ji hev cihê nekirîye. Ku heye eger hêzek, ku cihan jê ra “Xwedê” dibêje, hiş bide vî gelî, ev yek. A duhem, hêvî dikim berrêz Îkram Oxiz û hevalên wî yên vê malpera Kurd, a nû, ku ez gelekî pê dilşame, wî û hevalên wî yên malperê bi dil û can pîroz dikim, hêvî dikim ev Kurdperwerên dilsoz heya dawîya jîyana xwe vê xebata xwe ya evrar bidomînin û di Kurdistanek Azad û Serbixwe da bikevin govendê, min jî ji bîhr bînin. Bi vê hêvîya dilê kul û xemoş girtî, bi destûra we ez vêcar jî bi kurtî werim ser gelşa Rojhilata Nêzik, Rojhilata Navîn û bihara welatên Ereb. Ev bihar, bi gotinek dî serîhildana gelên Ereb, dijî karbidestên zalim û kedxwar. Serîhildan di sala 2010’an da li Tûnisê destpêbû, dûra bi olkveyî Lîbya, Misir, Yemen û Sûrîye. Di wan serîhildanan da bi hezaran kes hatin kuştin, hukumkar hatin guhartin, lê çawa ku dibêjin “Keçel Hesen, Hesen keçel” heman wisa.
Belê, xwendevanên hêja, bi salan e ev erdnîgarîya qedîm bi xwîna qulên Xwedê ve sor bûye. Bi mîlyonan kes hatine kuştin jibo karîn, serokatî û desthilatdarîyê, jibo ol û rêol û tarîqetên ola Îslamê û ji bona çend kîlometre erdê Xwedê, jibo çend bermîl nift û gaz, di pênc welatên ola Îslamê da olperestên ola Îslamê, ên fanatîk, cîhatkar serîjêkerên zalim, har û şîyankar ketin xirika hev bi hezaran kes hatin kuştin, cîhana nûjen jî bû temaşevan.
Belê, vê gelşê dirêj nekim bi kurtî werim ser rewşa Sûrîyê; bi taybetî jî di van rojên dawî da. Li wir bi salan e xwîn dirije. Bi taybetî jî xwîna xuşk û birayê me yên Kurd, li ser wî erdê bav û kalên wan, bi destê faşîst Îslaman û bi leşker û çekên Roma Reş. Çend roj berê li wir rewş hat guhartin, Beşar revîya, hukum û karîn ket destê Colanî’yê tund Îslam, ku Amêrîkayê jibo serê wî deh mîlîyon dolar cihê kiribû, enteresan e, niha ew li ser hukum e, lê navbera wî û Kurd birayên me çawa bibe ez nizanım. Hêvî dikim ew jî jibo Kurdan nebe Saddamê duhem. Dîsa hêvî dikim hêzên hevpeyman, yên wekî Amêrîka û Fransa Kurdan nekin nêçîra faşo Îslaman. Li milê dî dîsa hêvî dikim Kurd birayê me yên Başûrê Biçûk dev ji virr û bîrdozîya Abdoîyan, biratîya gelan berdin, ji hevra bibin bira, hêzên xwe bikin yek, li hember dijmin bibin yek laş, yek deng û yek daxwazî, pîçekî jî guh bidin Başûrê Azad, herkes nebe Axa û Beg. Lewra li wir nêzî 50 partî û eflasyona serokan….
Gelo ew bên guhartin, li wir Kurd ji hev ra bibin xuşk û bira, pisîkê nekin piling, rovî jî nekin şêr?
Bi vê hêvîyê. Bimînin di xweşîyê da.
Riza Çolpan