
İkram Oguz
Mama, bitte lern deutsch, navê pirtûka Tahsim Durgun e, ku wî ew bi zimanê Almanî nivîsandîye.
Navê wê yê Almanî mirov dikare wiha wergerîne Kurdî: Dayê, ji kerema xwe fêrî Almanî be!
Tahsim xortekî Kurd e.
Ji malabateke Kurdên Êzdî ye.
Li bajare Oldenburgê wek zarokekî pênaber hatîye dinyayê û zarokatîya wî bi derd û kulên pênaberîyê va derbas bûye.
Tahsîmê ku di dibistana ewlîn da ji bo ku ji zarokên Alman şûnda nemîne, wek hemû zarokên bîyanî dersa pêşvebirina Almanî digre. Xwendina xwe didomîne û di zanîngehê da beşa zimanê Almanî diqedîne û dibe mamoste. Wek mamosteyê zimanê Almanî dersa zarokên Alman dide.
Tahsîm bi vê pirtûka xwe va jî êdî di nav civaka Alman da nivîskarekî naskirî ye.
Tahsîm pirtûka xwe dîyarî hemû zarokên xwedî xewn û xeyalên piçûk kirîye, ku di destpêka pirtûkê da dibêje, „Ez vê dîyarî hemû zarokên ku xwedî xewn û xeyalên xwe piçûk, dikim, da ku dayîkên wan rojek bikaribin xewên mezin bibînin…“
Jibo nivîsandina pirtûkê jî di pêşgotina xwe da wiha dibêje; „Ez naxwazim wisa bidim xuyayakirinê, ku ev pirtûk tenê ji bo koçberan e. Ji ber ku Xwedê jî dizane gelê min, mîna diya min pirtûkan naxwînin, ku gelek kes wisa difikirin. (…) Ger ku min ev pirtûk tenê ji bo mirovên mîna me binivîsanda, firotin dê pir xirab ba. Û ez bikaribim di navnîşa pirtûkên herî zêde têne firotin da ji cîhekî bigirim (…)
Çima nivîsandina vê pirtûkê ji bo min girîng e, ku ez tê de, ji her tiştên din zêdetir behsa diya xwe dikim? Ez misoger dikim ku em hemû bi kêmanî kesek mîna diya min nas dikin. Bêyî ku rewşa me ya civakî, ol, zayend, esl, temen an pîşeyê çi be – ji me her yek kesek mîna diya min nas dike.“
Tahsîm di pirtûka xwe da her çias qala dîya xwe û bûyerên ku li wan qewimîne bike jî, di kesayeta xwe dîya xwe da rewşa koçberan, bi taybetî jî koçberên Kurd li ber çavan radixîne.
Ji ber ku Kurd êdî ne tenê miletekî li ser axa xwe bindest û parçekirî, herwiha mileteke koçber e jî.
Di nav 50 salên dawîyê da gelek Kurd ji axa bav û kalên xwe qetîyan, wek koçber û penaber bûn û li seranserê cîhanê belav bûn. Mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku îro welatên ku Kurd lê nejîn, nîne.
Loma mirov dikare êdî bi pîvaneke din jî kurdan bi nav bike.
Kurdên li welat û kurdên li diasporayê, ku ew di jîyana xwe ya civakî da li ser axa xwe jî, li koçberîyê jî ji dewleteke neteweyî bêpar in. Loma alîyek rûbirû pişaftinê dibe û her diçe ji koka xwe diqete û dihele. Alîyek jî rûbirû entegrasyonê bibe jî li ser koka xwe dimîne bihêz dibe.
Zarokên kurdên ku li welat dijîn, li ser axa bav û kalên xwe çavê xwe li dinyayê vedikin, di heft salîya xwe da rûbirû pişaftinê dibin. Bê rêya perwerdeyîya dagirkeran va pirranîya wan dipişifin, ji koka xwe diqetin…
Zarokên kurdên ku ji welatê xwe qetîyan e û li koçberîyê dijîn, li welatên bîyanî çavê xwe li dinyayê vedikin, di du-sê salîya xwe da rûbirû entegrasyonê bibin jî, ew li ser koka xwe mezin û bihêz dibin.
Tahsîm ji ji wan kurdan yek e.
Li Almanyayê, wek zarokekî kurdên Êzdîyên ku hê penaberîya wan ne hatîye pejirandin tê dinyayê, ji axa bav û kalên xwe dûr…
Herçiqas ew li Almanyayê hatibe dinyayê jî, wek zarokekî penaber zarokatîya wî bi dê û bavê wî ra di rêya Daîreya Bîyanîyan da derbas dibe. Bi salan bi tirsa ku wan bi malbatî şûnda bişînin, welatê wan ê ku wî hê nedîtîye, dijî.
Tahsim bi du xwîşk û birayekî xwe va û di nav xanîyeke piçûk da mezin dibe, ew û birayê wî yê piçûk di odeyek 10 m2 yî da, herdu xwîşkên wî jî di odeyeke mîna odeya wan da dijîn. Gor gotina wî, ferqa herdû odeyan, televîzyoneke piçûke, ku ew televizyon jî di odeya xwîşkên wî da ye. Loma hemû demên wan ên vala di wê odeyê da û li ber televîzyonê derbas dibe. Jiber ku televîzyona mezin a li holê , di bin bandora dê û bav da ye, ku ew jî ji bilî bernameyên kurdî û tirkî li tişteke din temaşe nakin.
Xwîşk û bira bi taybetî li bernameyên Almanî temaşe dikin, ku di wan deman da ji hunermend Kurd ji Azad hayîdar dibin û bi kurdbûna wî ew jî xwe serbilind dihesibînin.
Tahsim di zarokatîya xwe da ne tenê penaber, di heman demê da wergervanê dê û bavê xwe ye jî.
Lêbele ew herçiqas wergervanê zimanê Almanî û Kurdî be jî, di dibistana ewlîn da Almanîya wî jî wek ya hemû zarokên bîyanî ne baş e. Loma ji bo ku Almanîya wî bigihîje asta ya zarokên Alman, ew Hemza yê ku di heman sinifê da beşdarî dersa pêşvebirina Almanî dibin, ku ji bo vê yekê jî dibêje, „Ez û Hemze yê ku di her dersê da bi hemû hevalên xwe ra me ji xwe ra digot ‚em‘, di dersa pêşvebirina Almanî da dibûn ‚ew‘…“
Tahsîm di pênc salîya xwe da, dema ku dest bi dibistanê dike û di şahîya destpêkirina dibistanê da têdigihîje, ku ew aîdî welatê ku lê bûye, nîne.
Jiber ku ew Kurd e, ji malbateke Êzdî ye…
Loma heta heftsalîya xwe ji ola xwe jî ne hayîdar e.
Ji vegotina wî mirov têdigihîje, ku dê û bavê wî li derveyî welat bin jî, sedem kêmayetîya xwe ya olî, ola xwe ji zarokên xwe ra negotine û ji wan jî veşartine.
Di dibistana ewlîn da mamoste, di dersa olî da ji Ji Tahsîm û Hemze ola wan dipirse.
Hemze Tirk e û di warê olî da jî xwe misilman û sunî bi nav dike.
Tahsîm wek bersiv dibêje, „ez li Oldenburgê hatime dinyayê û li wir mezin bûme.“
Jiber ku ew bi Almanî ol û herêmê tevlihev dike, ku di Almanî da ji ol ra „Religion“, ji herêmê ra jî „Region“ tê gotin. Tahsim ji olê nehayîdar e, loma pirsa mamoste ji bo herêmê fam dike û dibêje „ez ji Oldenburgê me…
Ji dibistanê vedigere malê, ji dê û bavê xwe dipirse, bi bersiva wan ra têdigihîje, ku ola wî jî he ye û ew jî Êzdatî ye…
Tahsim di pirtûka xwe di derbarê jîyana Alman û bîyanîyan da gelek mînakên balkêş nîşan dide.
Li Almanyayê dibistana ewlîn çar sal e.
Di roja destpêka pîleya çaran da, mamoste ji xwendakaran dixwaze, ku betlaneya wan li kû û çawa derbas bûye?
Hemû hevalên wî yên Alman yekoyek qala betlana xwe ya ku li kû û bi çi rengî derbaskirine, dikin. Dor tê Hemze û Tahsîm. Tahsim nizane ku çi bibêje, jiber ku şev û rojên wî li mal derbas bûye. Hinek difikire û dû ra hinek bûyeran li hev girê dide û dibêje; „Ez havînê çûm birkê û ketim avê, pomesên ku li wir dihatin firotin, pirr tamxweş bûn…
Rojek jî em bi malbatî çûn Hannoverê mala eqrebayeke xwe, li wir ji me ra berxek serjêkir in û me goştê berxê xwar.“
Bi gotina Tahsim ra keçikeke Alman dest pê dike û digirî, ku wan çawa barbarîyeke wusa kirine, berx serjêkirine û goştê wî xawrine…“
Di derbarê têkilîyê kurdan da jî gelek mînakên balkêş dide û dibêje; „Hemu nas û dost, kî min dibîne, dibêje, „min te mezin kir. Ger ku ev rast be, gelo dê û bavê min ji bo min çi karî kirine?“
Bina ya ku Tahsîm û malbata wî tê da dijîn, hemû nas û dost û eqreba ne.
Ew di qatê sêyemîn da, mala kalikê wî bavê dîya wî jî di qatê binê wan da ye. Tahsim li ber destê kalikê xwe mezin dibe, lêbelê kalik, navê wî nizane û hergav wî wek Orhan bi nav dike.
Rojek ji rojan mêvanên wan tên. Ji mevanen yek jî di sale kalikê wî da ye. Ji nêrîtên kurdayetîyê yek jî ew e, ku dema mêvan werin, hemû endamên malbatê, ha mezin ha piçûk, diçin xêrhatinîyê li mêvanan dikin. Tahsîm jî sedem wê yekê diçe odê û ji mêvanê kal va dest pê dike û yekoyek destê wan maçî dike. Dema ku ji derî ra dikeve hundur, kalikê wî ji hemsalê xwe yê mêvan ra dibêje, “ev torinê min Orhan e”. Mêvan jî bersiva kalikê wî dide û dibêje, “Erê lê, ez Orhan ji zarokatîya wî da nas dikim…“
Bûyerên ku di pirtûkê da cîh digrin, li kû ya jî çawa qewîmine, ew bi awayekî bi serpêhatîyên wî yên bi dîya wî ra girêdayî ne.
Bûyer pirr û her yek ji yekî balkêştir in, ku di bingeha pirranîya wan da jî ziman cîh digre.
Tahsîm û xwîşk û birayên wî di nav male da bi dê û bavê xwe ra kurdî diaxifin û gor nêrîtên kurdayetîyê dijîn.
Lêbelê li derva, Tahsîm pireya di navbera dê û bavê xwe û civaka Alman da ye.
Wergervanê wan e, li daîreya bîyanîyan, li ba bijîşk, li dan û standinê, heta reklamên pêşnihatên markêtên Alman jî ji dîya xwe ra werdigerîne kurdî, ku ew bizanibe bi taybetî li ALDIyê çi heye û buhayê wan bi çi ye?
Jixwe çîroka nave pirtûkê jî ji wergervanîya Tahsim tê. Rojek ji rojan dîya wî carek dîsa jê dixwaze, ku tarîfa çêkirina şîranîyeke Alman jê ra wergerîne kurdî û ew jî bikaribe çêke. Herçi qewimî be, Tahsîm naxwaze jê ra wergerîne. Loma bi helwesteke bêdil ji dîya xwe ra dibêje, “Dayê, ji kerema xwe fêrî Almanî be!”
Di dawîya pirtûkê da jî wek gotina dawîyê, Tahsim spasîya xwe ji dîya xwe ra dike dibêje; „Di nav kesên ku ez nas dikim da, ya herî bedew û baqil tû bûyî û te ez fêrî gelek tiştan kirim. Spas ji bo her tiştî. Hemû tiştên ku te kir, rast bûn. Sedem vê yekê ez di her jîyanên xwe yên din da jî te wek dîya xwe hildibijêrim.”
Tahsîmê ku di 14-15 salîya xwe da sedem wergervanîya xwe ya bêdawî rojek diqahire û ji dîya xwe ra dibêje, “Dayê, ji kerema xwe fêrî Almanî be!” bi salan şûnda wek mamosteyê zimanê Almanî û nivîskarek dibêje; “Dayê, ji kerema xwe her tu çawa yî, wusa bimîne!“
Min bi pêşnîyara herdu keçikên xwe, Şevîn û Kejê, ev pirtûk xwend û ji xwendina wê jî kêf girt. Jiber ku min bi çavên kesên ku li Almanyayê hatine dinyayê û li wir mezin bûne jî nas kir û ji pirsgirekên wan jî hayîdar bûm.
Loma wek gotina xwe ya dawîyê dibêjim, ku xwezila her keç û xortên Kurd vê pirtûkê bikire û bixwîne. Ez bawer im, ku dê her yek xwe bi awyek di nav rûpelên vê pirtûkê da bibîne û jê sûd bigre…
20.08.2025