
İkram Oguz
Cara yekem ez di lêkolînên Mehmet Bayrak ta rastî navê Manî hatibûm û ji ola ku wî damezrandibû, hayîdar bibûm.
Bi xwendina pirtûka Amin Maalouf a bi navê Baxçeyên Ronahîyê va jî ji Manî û ola wî hezkiribû.
Mijara wê romanê bawerî û çîroka fîlozof Manî ye, ku Amin Maalouf, bi hunera xwe ya wêjeyî bawerî û çîroka Manî xemilandîye û vegotîye.
Ola ku Manî saz kirîye, sentezeke balkêş a ji olên berîya wî ne.
Manî, Zerdeşt, Buda û Îsa Pêxember wekî pêxemberên rasteqîn dibîne. Li gorî angaşta Manî, piştî wan pêxemberan wî wehiyeke hevgirtîtir standiye.
Lê di ola Manî da her çiqas hêmanên Bûdayî û Mesîhî hebin jî, tê gotin ku doktrîna ola wî ya herî balkêş ji dualîzma Zerdeştî hatiye standin. Gor bîr û bawerîya Manî cîhan, ji aliyê xwedayekî va nayê birêvebirin, ku ew bi zêdeyî qada têkoşîna di navbera du hêzan da ye.
Ji wan hêzan yek, hêmana bed ku Manî ew bi tarî û daringê ra…
Ya din jî, hêmana baş, ku ew bi ronahî û ruhê ra wekehevî kiriye.
Ji ber vê yekê ramanên xweda û şeytanê ku di ola Mesîhî da cîh digrin, ew di ola Manî da hêmanên baş û bed wekî xwediyên hêzên wekhev tên nîşankirin. Di encama vê baweriyê da bedbûna felsefeyî ya ku fîlozofên Mesihî û Cihûyan dixe nav nakokiyan, di felsefeya Manî da nabe pirsgirêk.
Ji ber ku di ola Manî da ruhê mirov bi hêmana baş û laşê mirov jî bi hêmana bed ra weke hev cîh digre. Loma alîgirên ola Manî bawer dikin, ku divê ew, xwe ji bihevrebûna cinsî, ku ji bo zêdebûnê be jî, xwe dûr bigirin. Herwiha ji xwarina goşt û vexwarina şerabê jî dûr bisekinin û wan li xwe qedexe bikin.
Dema mirov ji dûr va li vê rêbazê binêre, dikare bibêje ku alîgirên vê olê gelo dê çawa zêde bûne. Lêbelê di ola Manî da du beş mirov cîh digrin, ku ew jî „bijarte“ û „banghinêr“in.
Ew qedexeyên li jor jî ne ji bo banghinêran, ji bo kesên bijartî hatine danîn, ku hejmara wan jî ne zedêbû ye. Gor rêbaza ola Manî, piştî mirinê ruhên bijarteyan rasterast diçe bihuştê û ji bo çûyîna ruhên banghinêran jî demek pêwîst e…
Manî kî ye?
Manî roja 14ê Nîsana 216an da (P.Z.) li bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê, ku herêm wê demê di bin Keyîtîya Persan da bû ye. Pers di wê demê da bawermendên ola Zerdeşt bin jî, malbata Manî, bawermendên ola Mesîhî bû ne.
Tê gotin, ku Manî di 12 saliya xwe da dest bi xeyalên xwe yên olî kirîye û di 24 saliya xwe da jî ola xwe ragihandîye.
Mixabin ew di destpêka dîyarkirina ola xwe da rû bi rû bertekên neyînî dibe. Sedem wê yekê ew biryar dide, ji axa ku lê hatîye dinê li paş xwe dihêle û diçe rojavayê Hindistanê. Heta sala 242an li wir dijî û ola wî jî li wir belav dibe. Dîsa tê gotin ku, dema şûnda vedigere Key Şapûrê I. pêşwazîyeke baş li Manî dike û di bin bandorâ bîr û bawerîyên wî da dimîne. Dû ra destûrê dide Manî, ku ew ola xwe li Keyîtîya Persan belav bike.
Bi saya wê destûrê Manî qasî sî salan, di dema desthilatîya Şapûrê I. û Hurmizê I. da rê û rêbazên ola xwe dide nasîn. Li Keyîtîya Persan jî alîgirên ola wî zêde dibin, ku ji wan hinekan wek mîsyoner erkdar dike û wan dişîne welatên din. Sedem vê yekê li dijberî vê helwesta wî neyartiya rahîbên Zerdeştî zêde dibin, ji ber ku di wê demê de, li Keyîtîya Persan ola fermî Zerdeştî ye.
Di sala 276’an da dema Behramê I. dibe Key û derdikeve ser text, bi fermana wî Manî tê girtin. Di zîndanê da rû bi rû îşkenceyên giran tê û piştî 25 rojan di zîndanê cangorî dibe. Di derbarê mirin ya jî kuştına wî da El-Bîrûnî radigihîne, ku termê Manî avêtine kolanê û serê wî jêkirine…
Gor çavkanîyên dîrokî tê gotin, ku Manî pirtûkek bi Farisî gelek pirtûk jî bi zimanê syriac nivîsîye, ku ev ziman jî zimanekî nêzî zimanê aramîk e.
Ew pirtûkên wî yên ku ji bo ola wî bûne rê û rêbazên zagonî, bi sedsalan hatibin wenda kirin jî, di sedsala 20an da ji wan hinek tên dîtin.
Di saxîya Manî da ola wî ji Hîndistanê heta Ewropayê belav dibe û bawermendên wî zêde dibin. Piştî mirina wî jî li gelek welatên rojhilat û rojava belav dibe, ku di sedsala 4an da digihîje asta xwe ya herî baş. Heta tê gotin, ku Ezîz Augustînus jî bawerîya xwe bi ola Manî anîye û ew bawerîya wî qasî 4 salan kudandîye.
Piştî ku Mesîhîtî dibe ola fermî ya Romayê, bawermendên Mani sedem zilm û zordarîya ku li wan tê kirin, li rojava kêm dibîn û di dawîya sedsala 6an da ji wan kes namîne.
Lê ew ol li seranserê Mezopotamya û li Îranê hêza xwe didomîne. Li Asya Navîn, Tirkistan û Çînê belav dibe. Heta di sedsala 8an da dibe ola fermî ya Ûyxuran, ku di heman demê da aliyeke mezin ya rojavaya Çînê û Moxolistanê di bin desthilatîya Ûyxuran da ye.
Dema ku ola Îslamê, bi taybetî li Mezopotamyayê pêş va dikeve, ola Manî jî paş va diçe. Di sedsala 8an da, xelîfeyên Ebasiyan li Bexdayê zilm û zordarîyeke mezin li Manîyîyan dikin, ku bi wê zordarîyê ra ola Manî bandora xwe li Mezopotamya û li Îranê jî wenda dike. Di sedsala 9an da li Asya Navîn jî bi paş va dikeve û di sedsala 13an da, bi dagirkirina Moxolan ra bi temamî ji holê ra dibe.
Di damezrandina olê da, bêguman kesayetiya Manî xwedî roleke gelek mezin e. Jiber ku Manî di ola xwe da rê û rêbazên baş û zagonên ehlaqî bicî kirine. Herçiqas piranîya ramanên xwe ji ramanên kevn standibe jî, Manî ew raman veguhestine û di nav ramaneke nû da bi cîh kirine.
Di ola Manî da 12 erken bingehîn cîh digrin, ku ew jî ev in:
- Piştgirîyê bidin bijartîyan.
- Ji dîroka rabûrdû bawer bikin.
- Ji dualîzmê (hêza tariyê û hêza ronahiyê) bawer bikin.
- Derewan nekin,
- Çavên xwe bernedin namûsa kesên din.
- Ji bona başbûnê kar bikin.
- Rojê çar caran nîyaz (dua) û nimêj bikin. Berî niyaz û nimêjan divê destnimêja xwe bi avê bigirin. Destên xwe heta enîşkên xwe, rûyê xwe jî heta paş guhên xwe baş bişon, avê sê caran di devê xwe de biçerqilînin, herdu piyên xwe bi avê bişon û piştre niyaz û nimêjên xwe bikin.
- Di dema niyaz û nimêjên rojê da berê xwe bidine rojê. Di niyaz û nimêjên şevê de jî, berê xwe bidine heyvê ku heyv nebe, berê xwe bidine stêrkan ku stêrk jî nexwiya bin berê xwe bidine bakur û niyaz û nimêjên xwe bikin.
- Bixwînin û xwe fêrî xwendinê bikin.
- Di heftê da rojek, roja yekşemê rojî bigirin.
- Malê kesî nedizin û bi derewînî sond nexwin.
- Dema ku silavê li hev dikin, destên xwe yê rastê bidine hev.
Tê gotin, ku ev şêweyên silavkirina ku îro hemû mirovên cîhanê li hev didin, dibêjin ku ew jî ji prensîpên ola Manî ma ye.
21.01.2025