
Marco Rubio
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio êrişên terorîstên Îslamî yên tundrev şermezar kir.
Marco Rubio bi AFPyê ra axifî û di axaftina xwe da got, „terorîstên Îslamî yên tundrev li ser kêmîneyên li Sûriyeyê qetliamê dikin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê terorîstên Îslamî yên tundrev şermezar dike, ku di nav wan da cîhadiyên biyanî jî hene.
Marco Rubio amaje bi piştgiriya welatê xwe ya ji bo kemîneyan da û got:
“Amerîka piştgiriya kêmîneyên olî û etnîkî yên Sûriyeyê dike, ku ew Xiristiyan, Durzî, Elewî û Kurd in.”
Marco Rubio di axaftina xwe da ji malbatên kuştiyan ra jî sersaxîyê dixwaze û wiha dibêje; „Divê rayedarên demkî yên Sûriyeyê tawanbarên van qetlîamên li dijî civakên kêmîne yên Sûriyeyê bidarizînin.”
Gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn, di nav çend rojan da ji 1000 zêdetir kes hatine kuştin û piraniya wan jî kesên sivîl in.




