
Mesûd Barzanî û Mezlum Ebdî
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, ku Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê hatine ba hev.
Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Xê di derbarê hevdîtina Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da daxuyaniyeka belav kir.
Zêbarî di daxûyanîya xwe da wiha dibêje; “Civîna îro ya li Hewlêrê ya di navbera Serok Mesûd Barzanî û Fermandeyê HSDyê yê Bakurê Sûriyeyê da ji bo bihêzkirina yekrêzî û pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê û li Şamê ji bo veguheztina siyasî ya aram destkefteke girîng e. Spas ji bo hemû hevpeyman û hevalan ra.”
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî îro wiha ragihandibû; “Armanca me ew e, ku em ewlehiyê ji bo gelê Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê dabîn bikin û gel vegere jiyana xwe ya asayî.
Hewl tên dayîn, ku zextên li ser Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê kêm bibe û hemû aliyên siyasî yên li Rojavayê bi armanca paşerojeke baş ji bo Kurdan bikarin bi birêvebiriya nû ya li Şamê ra danûstandinê bikin.
Ji bo yekîtiya Kurdên Sûriyeyê berê di bin çavdêriya Serok Barzanî da sê konferans hatin lidarxistin. Lê mixabin aliyek pêbendî wan lihevkirinan nebû. Dîsa jî hêvî heye ku diyalog ji bo dabînkirina yekîtiya Kurdan dê berdewam bike.”
Di derbarê hevdîtina Mesûd Barzanî Mezlum Ebdî da baregeha Barzanî jî daxuyaniyek belav kir, ku di wê daxûyanîyê da jî wiha tê gotin; “Di vê hevdîtinê da rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha çarçoveya giştî ya têkiliyên aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê ra û çawaniya helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê da hat tekezkirin ku pêwîst e, aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bêyî destwerdana ti aliyan û bi rêbazên aştiyane biryara çarenivîsa xwe bidin û ji bo misogerkirina mafên xwe bi yekrêzî û helwesteke hevbeş bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ra bigihêjin têgihiştinê û rêkeftinê.
Divê faktora aştî û aramiyê bin û rê li ber dubarebûna wan nexweşiyên ku bi ser gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê da hatine bigirin.”




