Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi nînerên PYD û ENKS ya civiya û piştî civînê li ser hesabê xwe yê Xê di derbarê civînê da daxuyaniyek belav kir.
Gor daxûyanîyê civîn li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatîye kirin.
Ji bilî nûnerên PYD û ENKSyê, nûnerên Hevpeymaniya Navneteweyî jî di civînê da amade bûn.
Mezlûm Ebdî ji bo civînê di daxuyanîya xwe da wiha dibêje:
“Îro, her du aliyên Kurdî PYD û ENKSyê ji bo diyarkirina nexşerêyekê hevbeș û yekkirina rêza Kurdî di qonaxa heyî da, li hev civiyan.
Helwest û nêrîna her du aliyan jî cihê kêfxweșiyê bû. Ev di rêzehevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurdî da gava yekemîn bû.
Ji bo pêkanîna Sûriyeyeke pirreng û demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan tê da misoger bibe, em bi israr in ku vê diyalogê bi ser bixînin.”