Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî bi BBCyê ra axifî û bipêşketinên li Sûriyeyê û helwesta Îsraîlê ya li hemberî Kurdan nirxand.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê çend caran gotibû, ku alîkarî ji Kurdan ra bê kirin.
Mazlum Ebdî bersiva pirsa ku di derbarê vê yekê da wiha dide û dibêje; „Kî piştgiriyê bide me, em dê bi dilxweşî qebûl bikin.
Kî dibe bila bibe, eger ew êrişên li ser me rawestînin û rê li ber kuştina gelê me bigirin, em dê wê bi dilxweşî qebûl bikin û bi qedirê wê zanibin.
Jiber ku Îsraîl û Amerîka li Rojava û Rojhilata Navî hêzên xwedî bandor in.
Piştgiriya Îsraîlê ya ji bo gelê Kurd ne tenê ji bo ewlehiya herêmê, di heman demê da ji bo parastina mafên Kurdan jî girîng e.“
Wek tê zanîn Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja 4ê Adarê da gotibû, ku, ew dê xurtkirina têkiliyên xwe yên bi dostên xwe yên Kurd re bidomînin.
Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî roja 2yê Adarê wiha gotibû:
„Birêveberiya niha ya li Sûriyeyê ne hilbijartina gelê Sûriyeyê ye.
Ev tenê saziyeke, ku komeke selefî û cîhadî kontrol dikin.
Tiştê ku ji bo me girîng e, ew berdewamkirin û xurtkirina têkiliyên bi hevalên me yên li herêmê ra ye.“




