Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di derbarê rewşa Sûriyeyê, têkilîyên bi Tirkiyeyê ra ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî.
Mezlûm Ebdî di hevpeyvînê da dîyar dike, ku eger bi Tirkiyeyê re agirbestek were kirin dê şervanên Kurd ên ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo piştgiriyê çûne Rojavayê Kurdistanê, ji wir derkevin.
Vekişîna şervanên Kurd ên ne ji Rojavayê Kurdistanê xwesteka sereke ya Tirkiyeyê ye û Tirkiye vê yekê ji bo pêkanîna operasyonekê wekî hincet bi kar tîne.
Her wiha Ebdî diyar dike, ku dema gerîlayên PKKyê hatine Rojavayê Kurdistanê ti têkiliyeke wan a rêxistinî bi HSDyê ra nebûye.
Mezlûm Ebdî radigihîne, ku şervanên ne Sûriyeyî di 10 salên dawî da di şerê dijî DAIŞê da alîkariya HSDyê kirine. Ji wan hinek piştra vegeriyane û hinek jî ji bo di şerê li dijî DAIŞê da alîkarî bikin man. Heger agirbest pêk were dê ew jî vegerin.
Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî wiha dibêje; „Li Sûriyeyê rewşeke cuda heye, em niha dest bi qonaxeke siyasî dikin.
Divê Sûriyeyî bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û rêveberiyeke nû ava bikin.
Ji ber ku li Sûriyeyê bipêşketinên nû hene, dem hatiye ku şervanên ku di şerê me da alîkariya me kirine, bi serbilindî vegerin herêmên xwe.
Lê Tirkiye û hevalbendên wê yên Sûriyeyê xwe amade dikin ku êrişî bajarê Kobaniyê bikin û dixwazin HSD hêzên xwe ji wê derê vekişîne.
Li gorî pêşnûmeyê, herêm dê di destê hêzeke ewlehiyê ya navxweyî ya bi amadebûna hêzên Amerîkî de were hiştin, ku ji bo çavdêriya vê deverê bi şertê ku agirbestek tam hebe“.
Her wiha Ebdî dibêje, heger êrişek biqewime, ew xwe ji bo pûçkirina her êrişekê amade dikin.




