Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe ya di kanala Şemsê da dîyar kir, ku ew amada ye bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra were ba hev.
Mezlûm Ebdî di derbarê rola Tirkîyê da wiha got:
“Di şerê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê da roleke sereke ya Tirkiyeyê hebû.
Tirkiyeyê, Efrîn û herêmên din ên wekî Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kirin.
Di çar salên borî de me şerekî dirêj li hemberî hev kir.
Lê em îro bi Tirkiyeyê ra di pêwendiyeke rasterast da ne.
Ev 2 meh û nîv in agirbesteke me heye. Aramiyeke demkî û bişert heye.
Em hêvî dikin ev bibe agirbesteke mayînde. Bi Tirkiyeyê ra pêwendiyên me yên rasterast û kanalên rasterast hene, her wiha navbeynkar jî hene.
Em hêvî dikin ev pêwendî bi pêş bikevin.”
Mezlûm Ebdî derbarê mercên agirbestê da jî wiha dibêje:
“Li cem Tirkiyeyê hinek dosyayên ewlehiyê hene ku dixwaze em çareser bikin û em niha li ser wan dixebitin.
Xetên sînor, xetên pêwendiyê û mijarên din hene.
Her wiha Tirkiye girîngiyê dide yekbûna HSDyê ya bi artêşa Sûriyeyê ra û dosyeyên din.”
Ebdî ji bob oi hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra helwesta xwe wiha tîn e ziman:
“Niha planeke wiha nîne lê ez ti astengiyan nabînim ku bi Serokkomar Erdogan ra rûnim.
Niha rewşa şer nîne, em bi Tirkiyeyê ra ne di şer da ne.
Îhtimala bipêşketina pêwendiyên me di paşerojê da heye û em jî bo wê jî amade ne.”
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe da pêşwazî ya xwe ji bo biryara PKKê ya ku dawî li şerê çekdariyê anîbu, nîşan dide û wiha dibêje:
“Em vê biryarê bi dilxweşî pêşwazî dikin. Ev biryara wan a taybet e, yanî ya PKKyê.
Biryara vekişîna PKKyê bandoreke wê li ser vê herêmê hebû û bi baweriya min agirbesta me ya bi Tirkiyeyê ra berhema vê pêvajoya çareseriyê ye.”