Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku Sûriye ketiye pêvajoyeke nû û mecbûrî guhertinê ye.
Mezlûm Ebdî ji rojnameya Yeni Yaşamê ra axifî. Ebdî di derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê, Peymana 10ê Adarê ya bi Şamê ra, pêwendiyên bi Tirkiyeyê ra û paşeroja HSDê da agahîyan dide.
Mezlûm Ebdî da dîyar dike, ku piştî ketina rejîma Beasê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an da, guhertinên bingehîn li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn çêbûne. „Sûriye heta demên dawî li dijî Amerîka û Îsraîlê di cepheyeke cuda de bû. Ev rewş bi awayekî bingehîn guherî. Sûriye ji bloka Îran û Rûsyayê derket û derbasî bloka dijber bû.”
Ebdî her wiha bal dikişîne ser guhertina îdeolojîk û dibêje, “Sûriye li ser îdeolojiya neteweperestiyê hatibû avakirin, niha derbasî îdeolojiyeke neteweperest-îslamî bûye. Ev di dîroka Sûriyeyê da tiştekî mezin e.
Sûriye li hundir mecbûrî guhertinê ye, guhertin dê çêbibe. Dê guhertineke li ser bingeha ne-navendîbûnê çêbibe.”
Mezlûm Ebdî behsa hûrgiliyên Peymana 10ê Adarê ya bi Hikûmeta Şamê ra hatîye kirin jî dike û dibêje; “Metirsî hebû ku di navbera Kurd û Ereban, Elewî û Erebên Sunî da şer derkeve. Me xwest bi rêya lihevkirinê dawî li aloziyan bînin.”
Mezlûm Ebdî di derbarê têkilîyên wan ên bi Tirkiyeyê ra hene û ev wiha dibêje; “Pêwendiyên me yên rasterast hene û kanalên me vekirî ne. Ev tiştekî erênî ye.
Li şûna ku em pirsgirêkan bi awayên cuda fêm bikin, derfeta me heye ku em rasterast bi hev ra biaxivin.
Em Sûriyeyî ne û bi awayekî xwezayî mafê hêzên me heye ku bibin parçeyek ji artêşa Sûriyeyê.
Eger hêzên Sûriyeyê bibin yek, em ê jî bibin parçeyek jê. Tirkiye di vê mijarê de cuda difikire. Em hêvî dikin ku dewleta Tirk roleke erênî bilîze.”