
Akademîsyen Mîkaîl Bulbul
Konferansa 4emîn a Lêkolînên Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê hat lidarxistin.
Ji 27 welatan 140 lêkolîner beşdarî konferansê bûne û lêkolînên xwe yên zanistî pêşkêş kirine.
Ji Bakurê Kurdistanê jî bi taybetî ji beşên zimanê Kurdî yên zanîngehan çend kes di konferansê cîh girtine, ku ji wan kesan yek jî Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul e.
Kemal Bulbul herwiha bi Rûdawê ra jî axifîye û di axaftina xwe da ji bo pêşeroja zimanê kurdî wiha dibêje; „bi bipêşketina teknolojiyê ra Tirkî wekî zimanekî serdest her ku diçe bandora xwe ya li ser zimanê Kurdî zêdetir dike û Kurdî sînordar dike.
Jiber ku, li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk rê li ber zimanê Kurdî tê girtin.
Ger ku wisa berdewam bike, dibe ku 20 heta 30 salên din Kurdî êdî tenê ji aliyê kesên emrê wan mezin vê bê axaftin.”
Mîkaîl Bulbul di hevpeyvîna xwe da bal dikişine ser kar û xebatên ji bo ziman tên kirin û dibêje; „hebûna bêşên Kurdî li zanîngehan û dersên bijarte bi tenê nikarin zimanê Kurdî ji çerxa asîmîlasyonê biparêzin.
Kurdî heta ku nebe zimanê dibistanan, zimanê perwerdeyê û bi awayekî qanûnî neyê teşwîqkirin, statuyeke Kurdî û Kurdan bi hev re çênebe, Kurdî bi tena serê xwe nikare li hemberî Tirkî û asîmîlasyonê raweste.”
Ji bo rê libergirtina asîmîlasyonê jî Mîkaîl Bulbul rola sê aktorên ku ziman bikaribin biparêzin dinirxîne û wiha dibêje; „di civatê da aktorên serekeyên ku bikaribin ziman biparêzin, sê ne û ew jî aktorên siyasî, civakî û aborî ne. Eger ew aktor Kurdî bi kar bînin, prestîja ziman zêde dibe, xelk bêhtir tewecuhî Kurdî dike û berê Kurdan bêhtir dikeve Kurdî.”
Lîn ka hevpeyvîna ku Rûdawê bi Akademîsyenê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Mîkaîl Bulbul ra kirîye, li jêr e û hêjayî xwendinê ye:
https://www.rudaw.net/kurmanci/interview/260420251