Piştî ku hejmarek welatên Ewropa û Kanadayê ragihand ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin, kurê Benjamin Netanyahu, Yair Netanyahu bertek nîşan da û bi parvekirina Alaya Kurdistanê bang li Fransa, Spanya, Îrlanda, Brîtanya, Norweç, Portugal, Kanada, Almanya, Malta û Slovenyayê dike û dipirse, “Çima, Kurdistanê nas nakin?”
Di demên dawî de, ji ber şerê li Xezeyê û zextên navneteweyî yên ji bo çareseriya du-dewletî, pêleke nû ya naskirina dewleta Filistînê dest pê kir.
Welatên wekî Spanya, Norweç û Îrlandayê pêşengiya vê pêlê kir û li pey wan Fransa, Portugal, Brîtanya, Kanada, Almanya, Malta û Slovenyayê jî ragihand ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin.
Ev gav wekî zêdekirina zexta siyasî ya li ser Îsraîlê tê şirovekirin.
Li hemberî vê pêlê, kurê Serokwezîrê Îsraîlê Yair Netanyahu ku bi nêrînên xwe yên tund tê naskirin, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê helwesta welatên Rojava rexne kir.
Netanyahu di parvekirina xwe da Alaya Kurdistanê belav dike û bal dikişîne ser rewşa Kurdan.
Di derbarê kurdan da agahî dide û pirsek arasteyî ji wan welatan dike:
“Kurd, bi nifûseke nêzîkî 45 milyonî, li cîhanê miletê herî mezin ê bêdewlet in.
Ew sekuler in û hevpeymanên Rojava ne.
Axa wan di navbera Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê da hatiye dabeşkirin û dagirkirin.
Çima Fransa, Spanya, Îrlanda, Brîtanya, Norweç, Portugal, Kanada, Almanya, Malta û Slovenya, Kurdistanê nas nakin?”