Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî hevdîtinek pêkanîn û daxuyaniyeke hevbeş dan.
Netanyahu li Koşka Spî dîyar kir, ku divê ew karê xwe yê li Xezeyê biqedînin da ku paşeroja xwe misoger bikin û aştiyê bînin herêmê.
Netanyahu pesnê Trump da û jê ra got ku, „Tu li Koşka Spî dostê Îsraîlê yê herî mezin î.”
Netenyahû bîr anî, ku Trump di dema xwe ya yekem a serokatiyê da Qudis wekî paytexta Îsraîlê nas kir, Balyozxaneya Amerîkayê veguhast Qudisê û mafê Îsraîlê yê li ser Girên Colanê parast.
Serokwezîrê Îsraîlê behsa bandora Trump a li ser agirbesta Îsraîl û Hemasê kir. Da zanîn ku piştî Trump li Koşka Spî rûniştiye Amerîkayê alîkariyên ku didan saziyên Neteweyên Yekbûyî yên li Xezeyê qut kirine û anî zimên û wiha got:
„Gelî hêjayan, ev hemû di nava du hefteyan da çêbûn. Hûn dikarin xeyal bikin ku em dê piştî 4 salan li kû bin? Ez dikarim texmîn bikim.
Divê ew karê xwe yê li Xezeyê biqedînin da ku paşeroja xwe misoger bikin û aştiyê bînin herêmê.
Çawa ku Încîl dibêje, gelê Îsraîlê dê wekî şêran bilind bibe, em îro bilind bûn, hîrîna Şêrê Yahuda li Rojhilata Navîn bi dengekî bilind tê bîhîstin. Îsraîl ti carî ew qasî bi hêz nebûbû.”
Ji bo Xezayê jî Netenyahu got ku sê armancên wan hene û ew jî ev in:
„Jiholêrakirina şiyan û birêvebiriya Hemasê, rizgarkirina hemû dîlan û temînkirina ku Xeze ji bo Îsraîlê careke din nebe tehdîd.
Serok Trump vê yekê dibe asteke gelekî bilind. Ew ji bo wê herêmê paşerojeke cuda dibîne.
Ev dikare dîrokê biguhere û bi rastî hêja ye ku em li pey vê rêyê biçin.“




