Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Qudsê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio kir.
Netanyahu û Rubio piştî civînê bi hev ra ji bo çapemen“ız“e konferansek li dar xistin.
Berê Netanyahu axifî û wek bersiva hinek pirsan da û got:
„Me li ser wê yekê li hev kir, ku divê Ayetulah çekên nukleerî bi dest nexin.
Her wiha me li hev kir, ku divê bersiva neyartiya Îranê ya li herêmê were dayîn.
Roja 16ê meha borî Îsraîlê goleke mezin li eniya terorîst a Îranê da.
Di bin serkêşiya bihêz a Serok Trump û bi piştgiriya wî va, ez bawer im ku em dê karibin karê xwe biqedînin.“
Marco Rubio jî di axaftina xwe da ragihand, ku Îran nikare bibe xwediyê hêza nukleerî.
Herwiha Rubio Îran wekî mezintirîn çavkaniya bêîstiqrariya herêmê bi nav kir.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa destêwerdana Îranê ya li herêmê kir û axaftina xwe wiha domand:
„Îran mezintirîn çavkaniya bêîstiqrariyê ya herêmê ye.
Li pişt her komeke terorîst, li pişt her kiryareke tundûtîjiyê, li pişt her tevgereke terorîst, li pişt her tiştê ku gefê li aştî û aramiya bi milyonan kesan dike, Îran heye, ku ew herêmê wekî mala xwe dibînîn.
Divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî, jiber ku Îraneke bihêz dikare xwe ji zextan biparêze.
Divê ev ti carî çênebe, ku Serok (Trump) jî li ser vê yekê xwedî biryareke gelekî zelal e.
Piştgirê Hizbullahê Îran e, dewleta ku li Xeta Rojavayê tundûtîjiyê derdixe, ya jî bêîstîqrariya Sûriyeyê dixaze Îran e. Li pişt mîlîsên Îraqê jî Îran cîh digre.“
Wek bersiva pirsek li ser Xezayê jî Netanyahu wiha got: „Ez û Serok Trump bi hevahengî û hevkariyeke zêde bi hev ra dixebitin.
Stratejiyeke me ya hevbeş he ye û em îro nikarin hemû hûrgiliyên wê eşkere bikin. Eger hemû dîlên me neyên berdan, dê deriyên dojehê li ser Xezeyê vekin.
Em dê şiyana leşkerî û rêvebiriya siyasî ya Hemasê ji holê rabikin.
Em dê hemû dîlên xwe vegerînin welêt û em dê piştrast bin ku Xeze ji bo me ti carî nebe gef.
Ez û Wezîr Marco Rubio jî li pêşnîyara Trump a ji bo Xezeyê axivîn, ku, ka em dê çawa bixebitin da ku ew paşeroj pêk were.”




