Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew dê nehêlin hêzên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê derbasî başûrê Şamê bibin.
Serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku agirbesta li Sûriyeyê „bi rêya hêzê pêk hatiye.“
Netanyahu, di peyameke vîdeoyî ya ku li ser hesabê xwe yê Xê belav kirîye da, diyar dike ku wan derbarê Sûriyeyê de du polîtîkayên wekî xeta sor destnîşan kirine.
Netanyahu dibêje ew xetên sor jî ev in:
Yek, em dê nehêlin hêzên leşkerî dakevin başûrê Şamê.
Ya din jî, em dê nehêlin zirar bigihîje Durziyên li Çiyayê Durziyan.
Jiber ku Durzî birayên me ne.
Serokwezîrê Îsraîlê di daxûyanîya xwe da soz dide, ku başûrê Sûriyeyê bêçek bimîne û ew jî parastina Durziyan bikin.
Serokwezîrê Îsraîlê di heman daxûyanîya xwe da, di derbarê agirbesta di navbera hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û komên Durzî da jî wiha dibêje; „Ev agirbest bi bikaranîna hêzê pêk hat. Ne bi daxwazê, ne bi lavakirinê bi hêzê.“