Şerê Îsraîl û Îranê bi hêz didome. Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu derket pêşberî rojnamevanan û pirsên wan ên di derbarê şer da, bersivand.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyarar dike, ku ew dikarin şert û mercan ji xelkê Îranê ra ava bikin, lê serîhildan erkê gelê Îranê ye.
Serokwezîrê Îsraîlê dibêje, „Xelk ji min dipirsin, gelo armanca me rûxandina rejîmê ye. Ew dibe ku encamek be lê ew erka gelê Îranê ye ku ji bo azadiya xwe serî hildin.
Azadî ti caran ne erzan e û ti caran ne belaş e. Pêwîst e gelê bindest serî hilde û ev jî li ser milê wan e.“
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî heman peyamê dide.
Gideon Saar jî radigihîne, ku guhertina rejîmê li Îranê dikare bibe encamek lê ne armanca serekî ya êrişên Îsraîlê ye.