Serokwezîrê Îsraîlê hişyarî da û ragihand, heke Tevgera Hemasê bi bêçekbûnê razî nebe, ew dê dojehê bi ser wan da bibarînin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh ragihand ku li gorî plana 20 xalî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku ji aliyê Îsraîl û Hemasê va hatiye pesendkirin, divê Hemas çekan deyne û Xeze bê çek bibe. Ti kargehên çekan di nav Xezeyê da nemîne û qaçaxçîtiya çekan jî li ser sînoran neyê kirin.
Netanyahu di ragihandina xwe da wiha got; “Me li hev kir ku em qonaxa yekem a agirbestê temam bikin û paşê ji bo pêkanîna qonaxa duyem derfetekê bidin.”
Trump jî di derbarê çekdanîna Hamasê da daxûyanîyek da û got; “Em dê çekan bi wan bidin danîn û dibe ku em vê bi tundî jî bikin.
Ez bawer im di paşerojeke nêzîk de, ne tenê ji bo Îsraîlê, ji bo cîhana azad û cîhana hevdem jî divê em şiyana xwe ya parastinê xurttir bikin çimkî azadî ne herdemî û otomatîk e.
Eger hûn nikaribin civakên azad biparêzin, dê rejîmên dîktator û totalîter bi ser we de serwer bibin.
Rêbaza bidestxistina aştiyê ji hêzê tê. Ez bawer im derfeteke me heye ku em bi gelek aliyên din re li hev bikin.
Ez wisa difikirim ku ev dê bibe diyariya herî mezin a ku em dikarin pêşkêşî gelê Îsraîl, xelkê herêmê û cîhanê bikin.“