Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ra çû Pentagonê.
Hegseth, li ber deriyê Pentagonê bi merasîmeke fermî pêşwaziya Netanyahu kir.
Di merasîmê da sirûdên neteweyî yên Îsraîl û Amerîkayê hatin lêdan.
Piştî merasîmê, Netanyahu û Hegseth ji bo hevdîtinê derbasî avahiyê bûn.
Beriya hevdîtina di navbera şandeyan de, dîmenek kurt ji çapemeniyê ra hat dayîn.
Li wir Hegseth ji ber serkeftinên wan ên di ên dawî yên li dijî Îranê da, spasiya pîlotên Amerîkî yên ku êriş birin ser tesîsên nukleerî yên Îranê û operatorên sîstema parastina moşekî ya THAAD a artêşa Amerîkayê ya li Îsraîlê kir.
Hegseth îdia kir, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya êrişan her derfet daye Îranê da ku derbarê bernameya xwe ya nukleerê da bi rêya dan û standinan bigihîje çareseriyekê.
Hegseth herwiha pesnê êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê jî da û spasiya Netanyahu kir.
Netanyahu jî di axaftina xwe da got, „Qîrîna du şêran li seranserê cîhanê hat bihîstin“.
Netanyahu di berdewamîya axaftina xwe da wiha got; „Pêşî hêz, paşê aştî tê. Em hêvî dikin ku em ê di demek nêzîk da fêkiyên aştiyê bigirin“.