
Lokman Polat
”Bîranîn û Şahidiya Hinek Bûyeran” navê pirtûka Alîşêr – Ziya Avcî ye. Ew ji bajarê Wanê ye. Bi nasnavê Alîşêr dihat nas kirin. Ew hevalê Dr. Şivan (Seîd Kirmizîtoprak) û di partiya Dr. Şivan de kar û xebata siyasî û rêxistinî kiriye. Piştî kuştina Dr. Şivan di partiya ku hevalên Dr. Şivan damezrandine û wek tradîsyona berdewamiya Şivancîtiyê hatiye domandin de xebitiye. Wî di van salên dawîn de gelek pirtûkên hêja ji soranî kiriye kurmancî û li bakurê Kurdistanê ev pirtûk hatine weşandin, ketine destê xwendevanên kurd.
Pirtûka wî ya bîranînan çapa yekem di nav weşanên ”Doz”ê de li Stenbolê û çapa duyem di nav weşanên ”Peywend”ê de li Wanê derketiye. Pirtûk 341 rûpel e. Naveroka pirtûkê berfireh e. Ez ê qala hinek tiştên ku bala min bikşîne bikim û herweha tiştên ku di pirtûkê de şaş bibînim û rastiya hinek tiştan li gor bîr û baweriya xwe şîrove bikim. Ez ji bo bala xwendevanan bikşînim, ez dê bal bikşînim ser hinek mijaran.
Naveroka pirtûkê
Ziya Avcî, di destpêka pirtûka xwe ya bîranînê de behsa malbata xwe, bav û kalên xwe, terîqeta Nakşîbendiyê ku malbata wî girêdayî wê terîqetê bûne, dike. Ew behsa salên zaroktiya xwe û çûyina dibîstanê jî dike. Paşê ew girîngiya weşana radyoya Erîwanê tîne zimên. Bal dikşîne ser cihê melayên Kurdistanê di xebata tevgera rizgarî û neteweyî ya Kurdistanê de.
DDKO Û KDPT
Jiyana Ziya Avcî a rêxistinî di DDKOyê de dest pê dike. Ji xwe piraniya kesên kurd ên welatparêz, di salên 1970yî de, di DDKOyê de dest bi kar û xebata rêxistinî kirine. Ew dem kurdayetiya siyasî û rêxistinê di bin baskên DDKO û KDPTê de meşiyaye, pêş ketiye, berfireh bûye. Ew dem KDPT weke rêxistineke/partiyeke Kurdistanî ya îlegal û DDKO jî rêxistineke komeletî ya legal bû.
Bi nasnavê Dilşêr hevalekî Alîşêr (Z. Avcî) pirtûka Nurî Dêrsimî ya bi navê ”Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim” dide Z. Avcî û ev pirtûk li ser wî bandor dike, di bin tesîra wê de dimîne.
KDP-Tyê de endametî
Z. Avcî di sala 1970yî de dibe endamê partiya Dr. Şivan a bi navê KDP-Tyê. Ew di komîteya herêma bajarê Wanê de kar û xebata rêxistinî dike. Piştî demekê, ew jî diçe başurê Kurdistanê, diçe kampa Dr. Şivan. Z. Avcî behsa endamên partiya Dr. Şivan ên ku çûne başurê Kurdistanê dike. Li gor Z. Avcî berpirs û fermandarê PDKI Eshad Xoşnav qet qîmet nade wan û nayê wan nabîne.
Soro û Kemal Burkay
Z. Avcî behsa hevdîtina Soro ku li ser navê partiya Dr. Şivan bi Kemal Burkay re li Enqerê pêk tîne, dike. Dibêje ”K. Burkay li dijê xwerêxistiniya cuda ya kurdan derketiye û ew bi çepên tirkan re di nav yek partiyekî Tirkiyeyî de xebat parastiye. Lê piştî gelek salan em pê hesiyane ku wî du meh piştî civîna bi Soro re PSKTyê damezrandiye û bûye sekreterê wê.”
Tê zanîn ku Kemal Burkay piştî damezrandina PSKTyê jî bi salan wek endamê TÎPê (Partiya Karkerê Tirkiyê) di nav partiya çepên tirkan de maye û carekê jî bûye namzetê wan ê hilbijartinê; lê qezenc nekiriye. Di esasê xwe de Kemal Burkay dema ji Almanyayê hat mêze kir ku Îhsan Aksoy, Faruk Aras, Yilmaz Çamlibel, Mehdî Zana û hwd, partiyeke Kurdistanî ya îllegal didamezrînin, ew jî tê li ser keda wan rûdinê û bi wan re TKSPê dadimezrîne.
Orhan Kotan jî Şivancî bûye
Di pirtûka bîranînên Z. Avcî de qala gelek kesan tê kirin û herweha qala endamtiya rehmetî Orhan Kotan /ku endamê partiya Dr. Şivan bûye û ew jî Şivancî bûye/ û veqetandina wî dike. Ziya Avcî ji bo Orhan Kotan dibêje: ”Dema ku çû Tirkiyeyê, bu teorîsyenê entegrasyona kurdan.” Rûpel: 116.
Orhan Kotan pêşî Şivancî bûye û paşê dibe Rizgarîcî (PRK-Rizgarî), demeke Partiya Komunîst a Kurdistanê li ser kaxiz dadimezrîne. Paşê dema ku diçe Tirkiyê bi navê ”Realîte Press” rojnameyek 15 rojan carê derdixe. Di vê rojnameyê de teoriya Tirkîyecîtiyê diparêze.
Têkiliyên KÎP/DDKD bi YNKê re
Ziya Avcî di bîranînên xwe de behsa dema piştî kuştina Dr. Şivan, xebata domandina partiya Dr. Şivan, têkiliyên bi Mam Celal Talebanî û rêxistina wî YNKê (Yekîtî Niştîmanê Kurdistan) dike. Ew dem Şivancî li dijê PDKI û malbata Barzaniyan bûn û bûbûn dostên Mam Celal Talebanî û YNKê. Z. Avcî dibêje YNKê soz û peyman daye wan ku her meh bi wan re alîkariya diravî/pere bikin. Lê mehekê pere dane KÎPê, lê paşê ew xapandine, êdî pere nedane wan.
Veqetandinên ji Şivancîyan û kuştina Mehmed Oruc
Z. Avcî ji bo rehmetî Necmeddîn Buyukkaya jî dibêje, ”Ew ji YNKê bêtir YNKyî bû. Wî hemî hêz û mecala xwe ji bo xebata alîkariya YNKê xerc kir. Rexneyên wî yên li hemberî PDKI û malbata Barzanîyan ji yên YNKê jî tûjtir bû.” Rûpel: 133.
Di bîranînên Z. Avcî de, sê car guhertina navê partiya Şivanciyan, damezandina komeleya ciwanan û ya jinan DDKD û DDKAD û veqetandina di nav partiyê de pêk hatine tê qal kirin. Ji vê partiya Şivanciyan pêşî Ahmed Zekî Okçuoglu û Necmeddîn Buyukkaya vediqetin. Lê veqetandina wan ne bi hevre ye. Ahmed Zekî Okcuoglu bi navê ”Kawa” rêxistinek dadimezrîne. Di navberê de demeke dirêj derbas dibe, vêca Mehmet Oruc û hinek kes pê re vediqetin. Paşê Mahmud Çikman, Paşa Uzun û hinek kesên din vediqetin. Wê demê ji bo ku Mehmet Oruc ji partiya Şivanciyan KÎP/DDKDê veqetiyabû, ji alî wan ve hate kuştin. Z. Avcî sedemê kuştina Mehmed Oruç li gor mentalîteya partiya xwe ya wê demê şîrove dike û sedemê kuştina M. Oruç nabêje, di ser de gav dike. Bûyera kuştina M. Oruç weke qezayek bi nav dike. Z. Avcî vê helwesta kuştina kesên ji wan veqetiyayî û kuştina kesên ji rêxistinên din rexne nake. Piştî kuştina Mehmet Oruç, partiya Şivanciyan/KÎP/DDKDê xortekî ji Riya Azadî/PSKê jî dikujin. Di mesela kuştin û xwînrijandina kurdên welatparêz de, partiya Şivanciyan pîrûpak nîn e, dest bi xwîn e. Min berê jî di nivîsek xwe de gotibû; rêxistina ku destê wê neketiye xwîna kurdên welatparêz, tenê Ala Rizgarî ye. Yên din hemû jî destbixwîn in, xwîna kurdên welatparêz rijandine. Helbet mexsed rêxistinên beriya salên 1980yî ne. Ne yên niha ne.
Damezrandina UDG
Z. Avcî di bîranînên xwe de li ser avakirina/damezrandina UDG (Hevkariya Demokratîk a Netewî) şîroveyeke baş dike, lê ji bo xirabkirina UDGê dîtina KÎP/DDKDyîyan ya fermî diparêze û KUKê û PSKê tawanbar dike, suc dixe stuyê wan ku ev nerast e. Ka xwedêgiravî di destpêka bîranînên xwe de gotibû ew ê bîranînên xwe bi şêweyeke objektîf binivîse. Lê belê di têkçûna belavkirina UDGê de objektîf nîn e û qet şaşî û kêmaniyên KÎP/DDKDyîyan nabêje. (Di bûyera kuştina herdu Seîdan de jî objektîf nîn e, bêalî nîn e, alîgir e. Ez ê behsa wê jî bikim.) Piştî xirabkirina UDGê her sê aliyan /PSK, KÎP/DDKD û KUKê bi navên ku di damezrandina UDGê de bikar anîbûn broşur belav kirin, dîtinên xwe ji raya giştî re pêşkêş kirin. Li gor dîtinên KUK û PSKê yê sucdar, tawanbar ”Şoreşgerên Demokrat” ango KÎP/DDKDyî bûn. Yanî sedemê belavbûna hevkariya UDGê KÎP/DDKDyî bû.
Mentalîteya neobjektîf û alîgirî
Ziya Avcî, bîranînên xwe tam li gor mentalîteya salên beriya heştêyî û li gor hizir û ramanên Şivancîtiyê nivîsiye. Wî bi çavên rexnegirî li derbasbûna partiya xwe, li şaşiyên Dr. Şivan nenêriye. Heman helwesta wî ya nerexnegirî ji bo şaşiyên Omer Çetîn û Murad Ciwan jî heman tişt e. Wî yek rexneyek jî li Dr. Şivan û partiya wî negirtiye. Di nav partiya ku Seîd Elçî lîderê wê bû de pêkanîna fraksiyonî, organîzekirina hizîpçîtiyê, hewldanên kesên endamên partiya Seîd Elçî ji bo partiya xwe qezenc kirin û paşê jî bi hirs û îhtîrasa lîderîyê, bi îhtirasa ku bibe serok, bi bêbextî kuştina Seîd Elçî û du kesên din…
Ez vê jî bibêjim; paradoksekî Dr. Şivan û Şivanciyan jî ev e ku Dr. Şivan Sowyetî nebû, lê partiya berdewamiya partiya wî ku xwedêgiravî xwe Şivancî didît KÎP/DDKD Sowyetçî bû, Dr. Şivan di pirtûka xwe de pesnê Mustefa Barzanî û PDKI dabû, partiya Şivancî KÎP/DDKD dijminatîya wan dikir û ji bîranînên Z. Avcî diyar dibe ku bi YNKê re têkilî danîne.
Belê, 50 sal li ser kuştina herdu Seîdan derbas bû, hêj jî Şivancî li ser bûyerê dinivîsin, lê nabêjin dewê me tirş e. Nabêjin ku şaşî, lawazî û kêmasiya Dr. Şivan hebûye û ev tişt bûne. Nabêjin ku Dr. Şivan xwe kir qurbana xirs û îhtirasên xwe. Û bi eşkera nabêjin ku Dr. Şivan ji ber xirs û îhtirasên xwe yên lîderiyê/serokiyê û bi şêweyeke bêbextî Seîd Elçî kuştiye.
Piştî vê şîroveya min a gelemperî ku ev dîtinên min ên şexsî/kesayetî ne, ka em binêrin Ziya Avcî di bîranînên xwe de behsa çi dike û bal dikşîne ser kîjan mijaran.
KÎP Û PPKK/PÊŞENG
Dema darbeya leşkerî a faşîst ya 12ê îlonê çêbû di nav KÎP/DDKDê de ji bo karektera darbeyê dubendî, du dîtin derketin holê û ev cudabûna fikrî wek rêxistinî wan kir du cî. Yên ku gotin darbe darbeyek faşîst e, kongreyek çêkirin û navê KÎPê kirin PPKK (Partiya Pêşeng a Karkerî Kurdistan) û ji wan re Pêşengçî hate gotin. Kadirên siyasî yên ku birêvebiriya PPKKê kirin Murad Ciwan, Saîd Aydogmuş, Ziya Avcî, Riza Polat û hwd, bû. Yên ku navê KÎP (Partî Karkerî Kurdistan) domandin Zeruk Vakifahmedoglu, Eyub Alacabey, Vildan Tanrîkulu, Keya Îzol û hwd bûn. Pêşengçiyan ji bo sekreterê KÎPê Omer Çetîn gotin xayin e, teslîm bûye û ji hêla îdeolojîk û siyasî ve êrişê Omer Çetîn kirin, rexneyên tûj lê girtin.
Ziya Avcî behsa civîna Komîteya Navendî a partiyê û minaqeşeya Saîd Aydogmuş û sekreterê partiyê Omer Çetîn dike û paşê qala çûyina xwe ya Suriyê û Libnanê/Beyrutê dike.
Min (L. Polat) Ziya Avcî cara pêşîn li Beyrutê dît. Digel ku ez bi salan li bajarê Wanê mabûm û min kar û xebata siyasî û rêxistinî li Wanê dikir û carek jî me wek DHKD û DDKD ji raya giştî re vekirî bi hevre minaqeşe jî kiribû, min Ziya Avcî li Wanê nas nekiribû, min ew nas nedikir. Li Beyrutê ez û du hevalên min ên Riya Azadî/PSKê em çûn mala ku DDKDyî li wir diman. Li gor bîranînên Zîya Avcî ew mala li Beyrutê jî mala Selah Bedreddîn bûye. Li wê malê Ziya Avcî, rehmetî Nedîm Dagdevîren û yekî din hebû. Û piştî çend salan me hevudu li Swêdê dît.
Pêvendiyên bi El Fetah a Yaser Arafat û Selah Bedreddîn re
Z. Avcî di bîranînên xwe de behsa pêvendiyên partiya wan ya li rojhilata navîn dike. Têkiliyê partiya şivanciyan bi El Fetah a Yaser Arafat re û bi Selah Bedreddîn re hebû. Selah Bedredîn serokê ”Partiya Gel” a rojavayê Kurdistanê bu. Ji bo Selah Bedreddîn, wê demê dihatin gotin ku ew zilamê Baasa Iraqê ye, têkiliyê wî bi Seddam Husên re heye. Ji xwe di bîranînên Z. Avcî de jî tê gotin ku; bi navberiya S. Bedreddîn zilamê Seddam bi 2 kesên ji berpirsiyarê KÎP/DDKDê re li Tirkiyê civîn çêkirine. Berpirsiyarê Seddam xwestiye bi wan re têkilî dayne lê wan qebûl nekirine.
Şivancî di kampên El Fetah de
Li Libnanê KÎP/DDKDyî di kampên El Fetaha Yaser Arafat de diman. Yên li nav bajarê Beyrutê jî di mala ku Selah Bedreddîn ji bo wan amade kiribû de diman. Riya Azadî/PSK di kampên ”Demokratîk Cephe- Eniya Demokratîk a Rizgariya Fîlîstînê” ya Naîf Hawatme de diman. PKK jî di kampa Cepha Şabî – Eniya Gel a Rizgariya Filîstînê” ya ku serokê wê George Habbaş bû de diman. Wê demê Riya Azadî/PSKê li KÎP/DDKDyîya rexne digirt ku çima ew li cem El Fetaha Yasar Arefat in û çima li cem Eniya Demokratîk a Naîf Hewatme nîn in. Nayif Hawatme sosyalîst bû û rêxistina wî jî alîgirê Sowyetê, ango Sowyetçî bûn. KÎP/DDKD û PSK-Riya Azadî jî Sowyetçî bûn.
Nameyên Polîtburoya KIP/DDKD
Di bîranînên Ziya Avcî de wek belge, wek çavkaniyên fermî nameyên Polît Buro/buroya siyasî û Komîteya Navendî, ku ji hevudu re şiyandine hene. Li gorî van nameyan û îdîayên ku hatine kirin, rexneya ku li hevûdu girtine yê neheq, yê di hêla birêvebiriya rêxistinî de şaşî kirine, hizibçîtî, fraksiyoncîtî kirine, li dij biryarên partiyê derketine û KÎP kirine du beş. Ev kes: Murad Ciwan, Saîd Aydogmuş û Ziya Avcî ne.
Ji xwe paşê jî di pêvajoya jiyana Murad Ciwan de diyar dibe ku wî ji bo xirs û îhtîrasa xwe ya ku bibe sekreterê partiyê, bibe serok, lîder KÎP/DDKDê kire du beş. Neheqiya Saîd Aydogmuş û Ziya Avcî jî ev e ku; ew di civîna komîteya navendî de dîtin û biryarên ku partiyê girtiye/polît buroyê berê girtine û li ser navê partiyê pêşkêşî raya giştî kirine, van herduyan qebûl kirine. Paşê ku derketine derveyî welat û çûne Suriyê û Libnanê, li hemberê van biryaran derdikevin û dibine alîgirê Murad Ciwan.
Dema ez pê hesiyam ku beşeke KÎP/DDKDê li derveyî welat kongre çêkirine û navê xwe kirine PPKK – Partiya Pêşeng a Karkerî Kurdistan- û Murad Ciwan bûye sekreterê wan, ew dem min got: ”Heqê Saîd Aydogmuş bû bibûya sekreter. Lê neheqî kirine. Di cudabûna/parçebûna KÎP/DDKDê de, di nav xelkê û kurdên siyasî de digotin Gruba Omer Çetîn û gruba Saîdê Dirêj. Kesek navê Murad Ciwan nedigot û ji xwe Murad Ciwan di nav gel de nehatibû naskirin. Yekî ku wî nasdikir jî digot: ”Murad Ciwan berê PDKTyî (Partiya Seîd Elçî) bu, li ku, kîngî çû bu Şivancî!”
Ji hêla siyasî, rêxistinî û hukuka partîtiyê û bi çavên îroyîn mirov li dubeşkirina KÎP/DDKDê binêre, polît buro û piraniya komîteya navendî li alî Omer Çetîn bûne. Yên ku tenggrubî kirine, bêdîsîplînî kirine, di nav partiyê de hizîbî û fraksiyonî kirine, yên ku navê xwe kirine Pêşeng. Di esasê xwe de ew jî di riya Dr. Şivan de meşiyane û van tiştan ji Dr. Şivan fêr bûne. Dr. Şivan jî di nav partiya Saîd Elçî de hizîp, fraksîyon pêk anîbû. Dr. Şivan bi hirs û îhtîrasa xwe ya ku bibe lîderê kurdan Seîd Elçî kuşt, Murad Ciwan jî bi rexneyên xwe, bi gotin û sîfeta ku Omer Çetîn xaîn e, Omer Çetîn ji kuştinê xerabtir kir. Paşê piştî gelek salan dema Omer Çetîn ji hepisxaneyê derket û paşê ku hate Swêdê/Stockholmê hinek kesên ku berê jê re gotibû xaîn çûn serlêdana wî. Piştî mirina wî jî gelek kesên ku jê re gotibû xaîn, di beyanên bîranînê de wî bi bîranîn û pesnê wî dan.
Kongreya 30 rojan
Belê, piştî nameyên ku birêvebirên endamên polîtburo û komîteya navendî ji hevûdu re dişînin, gruba M. Ciwan, S. Aydogmuş, Xalid Cibran/Şêxê û Ziya Avcî bi hinek kesên endamên KÎP/DDKDê ve kongreyek 30 rojan çêdikin, rapora siyasî ku dê pêşkêşî kongreyê bikin jî M. Ciwan bi serê xwe dinivîse û beş bi beş pêşkêşî delegeyên/nûnerên ku beşdarî kongrê bûne dike. (Dema mirov/xwendevan vê beşa kongreya Pêşengê ku çawa çêkirine di bîranînên Ziya Avcî de dixwîne, kenê mirov tê.) Yên ku navê KÎP/DDKDê jî didomînin, kesên birêvebir Zeruk Vakifahmedoglu, Eyub Alacabey, Vîldan Tanrîkulu, Keya Îzol û hwd bû. Van birêvebiran KÎPê çi kirin, çi nekirin hêj jî nediyar e. Xwezî Omer Çetîn, Zeruk Vakifahmedoglu yan jî Eyûb Alacabey jî bîranînên xwe binivîsa.
Ziya Avcî di bîranînên xwe de, derbarê kongreya ku navê xwe dikine PPKK de şîrove dike, bi çavên rexnegirî li kongreyê dinêre, kêmaniyan dibêje, kêmasiya ku di dema kongrê de pêk hatine tîne zimên. Herweha ew di bîranînên xwe de li dijî hinek biryarên di kongrê de hatine girtin, derdikeve. Ew li dijî biryara ku ji bo Omer Çetîn gotine ”xaîn”e jî derdikeve, rexne digre. Helbet ev dij derketinên wî ne di dema kongrê de bûye. Ew dema bîranînên xwe dinivîse, bi çavên îroyîn li mijarê dinêre û li gor wî şaşiya ku berê hatiye kirin doh nedîtiye, îro dîtiye û lewre jî bi çavên rexnegirî lê dinêre.
PPKK-PÊŞENG û Damezrandina Yekîtîya Çep bi Çepên Tirkan re
Piştî kongreya PPKK/Pêşengê bi çepên tirkan yên alîgirên Sovyetê re ”Yekîtiya Çep” dadimezrînin. Ziya Avcî derbarê damezrandina ”Yekîtiya Çep” de rexne digre û ew di rexneyên xwe de bi heq e. Wê demê rexneyên ku li hemberê PPKK/Pêşngê bi nasnavê F. Mizgîn wek bruşureke hatibû belav kirin jî rexneyên baş û di cîde dike. Di programa ”Yekîtiya Çep” de ji bo çareseriya pirsa netewa kurd çarenûsa xwe bi destê xwe tayin bike tune. Dîtinên partiya sosyal şoven, kemalîst TKP-Partiya Komunîst a Tirkiyê hebû.
Di sala 1987an de Ziya Avcî biryara xwe dide û ji komîteya navendî a PPKKê îstîfa dike. Sedemê wê jî ji bo ku baweriya wî bi kesên di komîta navendî de ne nemaye. Paşê jî ji endamtiya partiyê îstîfa dike, vediqete.
Dîsa têkiliyên KÎP/DDKD û YNKê
Di beşeke bîranînê de têkiliyên KÎP/DDKD bi YNKê re, alîkariya YNKê ku ji alî PDK-QM –Qiyada Muweqet ve tên dîl girtin û kuştina wan êsîran, pere çekên ku YNK dide KÎP/DDKDê bi berferehî tê qal kirin.
Z. Avcî di bîranînên xwe de bi berferehî behsa têkiliyên KÎP/DDKD bi YNKê re û alîkariya ku herduyan bi hevûdu re kirine qal kiriye. Di salên beriya heştêyî de dihatin gotin ku Şivancî Telebanîcî ne, diyar e belasebeb nebûye. Sê grubên pêşmergeyên YNK ên ku bi fermandariya Elî Esker, Şêx Huseyîn û Ezîz Qadirî bi alîkarî û riya KÎP//DDKDyîyan derbasî herêma Çolemergê û Bahdînan bûn û ji alî PDK/Qiyada Muweqet ve li wir hatin kuştin û hinek dîl/êsîr ketin destê PDK/QM yê, ew bi riya KÎP/DDKDê hatibû wan deran û li wir îmha bûn. PDK-QM êsîrên ku girtibû jî kuştin.
Kuştina Seîd Elçî heger Îsê Siwar ew kuştibe!
Belê, wek min berê jî got, ji bo kuştina Seîd Elçî ne Ziya Avcî û ne jî Şivanciyekî din negotiye ku Saîd Elçî û herdu hevalên wî ji alî Dr. Şivan, Birûsk û Çeko ve hatine kuştin. Z. Avcî dibêje Tilkî Selîm ji yekî Şivancî re gotiye Îsê Siwar du kes şandine meqerê wan û paşê biryara kuştina wan daye.
Seîd Elçî û kesekî na, ew û du kesên hevalên wî yanî sê kes hatine kuştin. Bi qeneata Z. Avcî û piraniya Şivanciyan Seîd Elçî ji alî Îsa Siwar ve hatiye kuştin. Îsa Siwar berpirsê siyasî û fermandarê leşkerî ê herêma Zaxoyê bû. Îdîaya ku S. Elçî û hevalên wî ji alî Îsa Siwar ve hatine kuştin û hinek hêzên din li pişt vê bûyera kuştinê hene, çiqas rast e? Heger wiha be, Îsa Siwar ew kuştibe, belkî bi daxwaza Dr. Şivan wan her sêyan kuştine. Ziya Avcî dibêje: ”Îsa Siwar sempatî û dostekî herî nêzîk ê Dr. Şivan bû. Bi hemî awayî alîkariya wî dikir. ” Rûpel – 308. Wisan e belkî Dr. Şivan û Îsa Siwar vê kuştina Seîd Elçî bi hevre organîze kirine. Şik û guman ev e ku; Dr. Şivan bi Îsa Siwar re vê komploya kuştina Seîd Elçî û herdu kesên din pêk aniye. Beriya bûyera kuştinê Dr. Şivan, Çeko û Birûsk li Zaxo bi komîteya PDK ya Zaxoyê re ku berpirsê komîteyê Îsa Siwar e, civîn çêkirine. Ziya Avcî vê civînê bi xwe di bîranînên xwe de dibêje.
Ziya Avcî dibêje Soro ji bo Dr. Şivan ji min re gotiye: ”Dr. saf bû, ew xapandin, hate bayê lîstikê.”
Ji bo Dr. Şivan, Soro ji min (L.Polat) û berpirsekî Ala Rizgarî yê Licê re got:”Dr. Şivan bi hirs bû, îhtirasa bibe lîderê hemû kurdan pê re hebû. Wî dixwest ku li bakurê Kurdistanê di bin lîderiya/serokiya wî de şerê çekdarî dest pê bike û ew bibe serokê kurdên bakur. Heger ew nehata kuştin ew dikaribû bibe lîder.”
Ji bo ku Dr. Şivan bibe serokê tevahiya kurdên bakur gelo li pêşberî wî astengek hebû? Bi ya min Saîd Elçî hebû. Z. Avcî bi xwe dibêje; ”di navbera Dr. Şivan û Seîd Elçî de dijayetî hebû.” Ji xwe li gorî ku tê gotin, di dadgeha soreşê de, di dema mahkemeyê de wî bi devê xwe kuştina Saîd Elçî û hevalên wî qebûl kiriye û lewre jî dadgehê biryara kuştina Dr. Şivan, Çeko û Birûsk dabû û ew înfaz kiribû.
Dîsa kuştina herdu Seîdan
Di beşeke pirtûka bîranînên Z. Avcî de jî meseleya kuştina herdu Seîdan heye. Di vê meselê de Z. Avcî wekî alîgirekî Dr. Şivan bi berçavikek alîgir hinek tiştan şîrove dike, lê koka bûyerê, sedemê bingehîn ê pêkanîna vê bûyerê dernaxe ronahiyê. Bersîva van pirsan di şîroveya wî de tune. Dr. Şivan di nav KDPTyê de çima hizîp, fraksiyon pêk anî? Kesên ku paşê diyar bû ku Şivancî ne. Çima hem endamê KDPT ya Saîd Elçî bû û hem endamên KDP-T ya Dr. Şivan bû? Çima Dr. Şivan hinek endamên KDPTyê bi xwe ve dabû girêdan û dixwst binê KDPTê bikole, wê têk bibe. Ev tiştana li gor exlaqê siyasî ne rast e.
Dr. Şivan, Çeko û Birûsk, Saîd Elçî kuştin yan nekuştin? Heger kuştin; çima kuştin? Heger nekuştin, kê wan kuşt? Ziya Avcî jî û Şivanciyên ku heta niha li ser vê bûyerê nivîsîne, negotine û ji xwe qebûl nakin ku Dr. Şivan, Çeko û Birûsk Saîd Elçî û herdu hevalên wî kuştine. Li gor Şivanciyan MÎTa tirkan ew kuştine. Li gor dadgeha soreşê ya başurê Kurdistanê jî Dr. Şivan û herdu hevalên wî Saîd Elçî û hevalên wî kuştine. Loma jî wan jî biryara kuştina Dr. Şivan, Çeko û Birûsk dane. Ziya Avcî dibêje Dr. Şivan, Soro û gelek kesên ku di partiya Şivan de ne, ne endamê PDKTê ne. Heger ev herdu ne endam bin jî gelek kesên Şivancî endamên herdu partiyan bûne. Dr. Şivan jî belasebeb navê partiya xwe jî nekiriye wek navê partiya Saîd Elçî. Ferqa wan yek xêzikek e. Di vê de jî armanc û planeke Dr. Şivan heye.
Ji bo çûyina başurê Kurdistanê ya Dr. Şivan û hevalên wî û li wir kamp vekirinê Ziya Avcî dibêje ”armanca wan avakirina rêxistineke siyasî ye.” Partiya Dr. Şivan, ji xwe beriya ku herine başurê Kurdistanê hebû. Partî, rêxistineke siyasî ye. Êdî ev avakirina rêxistineke siyasî ji ku derket? Heger Z. Avcî bigota amanc çêkirina rêxistineke eskerî/leşkerî ye, wê demê fêm dibû, diket eqil. Heger armanc bi partiya Seîd Elçî re bi hevre damezrandina yek rêxistinek nû ya siyasî ye, wê demê li pêşberê lîderiya Dr. Şivan asteng tenê Seîd Elçi ye. Seîd Elçî nebe dê Dr. Şivan bi hêsanî bibe serokê vê rêxistina nû.
Li gor bîranînên Ziya Avcî yê ku bi Dr. Şivan re minaqeşe kiriye tenê Saîd Elçî bûye. Bi ya min Dr. Şivan ji xwe re Saîd Elçî li pêşiya lîdertiya xwe wek asteng dîtiye û wî ji holê rakiriye.
Baş e ku Zîya Avcî bîranînên xwe nivîsiye
Di bîranînên Z. Avcî de mirov gelek tişt fêr dibe. Hinek bûyerên ku di tarîtiyê de bû, ronahî dibe. Gelek tiştên ku piraniya kurdan pê nizanibû, bi saya van bîranînan fêr dibe. Lewre jî Z. Avcî baş kiriye ku bîranînên xwe nivîsiye. Xwezî Omer Çetîn, Zeruk Vakifahmedoglu, Eyub Alacabey, Murad Ciwan û Saîd Aydogmuş jî bîranînên xwe binivîsiya û wek pirtûk biweşandana.
Lêbelê ji pirtûka Z. Avcî diyar dibe ku wî behsa hinek tiştan nekiriye. Wek mînak; Ji KÎP/DDKDê grubeke veqetiyabû û navê KÎP-GBK (Kîp Geçîcî Bîrlîk Komîtesî) li xwe danîbû. Vana jî bi heman navê Armanc kovarek diweşandin. Yên ku birêvebiriya vê grubê dikirin, Seîd Guven, Amed Tîgrîs, Wahab Serîn, Roman Mutkî û hwd, bû. Z. Avcî qet behsa vê grubê nake. Z. Avcî di behskirina hinek tiştan de jî bi lez kiriye, di ser de zû bi zû derbas bûye. Di qalkirina hinek tiştan de jî bi çend gotinan derbas bûye, lê sedemên wan tiştan negotiye, xwendevanan/xwînêran di meraqê de hêştiye. Wek mînak; dibêje Saîd Aydogmuş carekê di civîna komîteya navendî de, bi Omer Çetîn re minaqeşe kiriye û di civînek din de bi endamê komîteya navendî Ahmed Karlî re minaqeşe kiriye. Wan hevûdu aciz kirine, lê nabêja ji bo çi, li ser kîjan mijaran minaqeşe kirine? Dîtin û rexneyên wan çibûne ku li hemberî hev bikaranîne?
Z. Avcî bi çavên rexnegirî li her sê sekreterên partiyên Şivancî nanêre. Wî derbarê Dr. Şivan, Omer Çetîn û Murad Ciwan de –ku hersê jî sekreterê KDP-T, KÎP û PPKK bû- li wan rexne negirtiye. Xetayên/şaşiyên van hersê partiyên Şivancî şîrove nekiriye, nenirxandiye. Di gel vê jî hinek rastiyên tradîsyona rêxistinên Şivancî aniye zimên.
Ji bîranînên Z. Avcî mirov/xwendevan fêr nabe ku partiya Dr. Şivan KDP-T li ku, ji alî kê ve hatiye damezrandin? Dr. Şivan bi kê re partî damezrandiye? Damezrênerên partiyê çend kes bûne? Kî bûne? Kongra yekemîn li ku çêkirine? Lê ji axaftina Dr. Şivan ku di civîna komîteya navendî de kiriye, diyar dibe ku partî/KDP-T di meha Hezîrana 1970yî de hatiye damezrandin.
Z. Avcî qala xebata fraksiyonî/hizîbçîtiya di nav partiya Seîd Elçî KDPT de jî nake. Lê tê zanîn ku gelek kesên siyasî yên wê demê ku Şivancî bûne, di nav partiya Seîd Elçî de xebata fraksiyonî kirine. Yanî hizîba Dr. Şivan di nav partiya Seîd Elçî de hebûye. Hem Dr.Şivan û hem jî Omer Çetîn –ku di riya Dr. Şivan de meşiya û Şivancîtî domandine- bi şêweya têkiliyên kesayetiya tekane/şexsî ku bi tirkî jê re ”kafakol îlîşkîsî” dibêjin, bi vî şeklî hinek kesan ji rêxistinên wan didane veqetandin û kirine Şivancî. Omer Çetîn bi xwe çend kesên ji partî û rêxistinên wan veqetand û girt nav partiya xwe, kire Şivancî û di komîteya navendî û polîtburoyê de cih da wan. Li endamên komîteya navendî û polît buroya partiya Omer Çetîn binêrin, kî ji kîjan partî û rêxistinan hatiye bi têkiliya Omer Çetîn ya bi wan re ji kur hatine û bûne endamê komîteya navendî û polît buroya partiya Omer Çetîn ango diyar e ku kî berê di kîjan partî û rêxistinê de bûye û ji ku hatine wir.
Axaftina DR. Şivan ya di komîteya navendî de
Tevahiya vê axaftinê di pirtûka bîranînên Z. Avcî de ye. Dr. Şivan di axaftina xwe ya civîna komîteya navendî a duyem de behsa kongra yekemîn dike. Ev kongreya yekem li ku hatiye çêkirin? Çend kesên ku beşdarî kongrê bûn û ji wan kesên ku bûn endamê Polît Buroyê û Komîteya Navendî a partiya Dr. Şivan, ji wan çend kes di heman demî de endamê partiya Seîd Elçî, ango KDPTyê bû? Z. Avcî û Şivanciyên ku nivîsîne, pesnê Dr. Şivan dane, qet behsa van tiştan nekirine, di derbarê fraksiyona Şivanciyan ya di nav KDPTê de nekirine.
SORO û Hilbijartina Şaredariya Licê
Ez pêşî vê bibêjim, herçiqas di îfadeya Soro de tê gotin ku ew bi MÎTê re xebitiye, lêbelê wî di MÎTê de aktîv tu karek nekiriye û zirar nedaye tu kurdekî welatparêz. Heger wî bixwesta ji MÎTê re xizmet bikira dikaribû têkeve nav partiyekê û dê di komîteya navendî de jî cih bigirta.
Ji bo berendamiya serokatiya şaredariyê, di hilbijartinê de bibe namzet yên ku ji Soro re pêşniyar bir, ez û hevalên min ên Riya Azadî-PSK ên li Licê bûn. Belediya/şaredariya Licê di destê CHPê de bû û hergav bi piştgiriya mala Canturkan yek dibû reîsê/serokê şaredariyê. Me/Riya Azadî ji Soro re pêşniyar kir ku bibe serokşaredar, piştî ku wî qebûl kir me bi KUK û Ala Rizgarî yên li Licê re têkilî danî, em bi wan re axifîn. Wan jî qebûl kir û me Soro wek namzetê serbixwe kir berendam û em wek PSK, KUK û Ala Rizgarî ji bo serketina wî xebitîn. Wê demê di Licê de tenê yek DDKDyî hebû ew jî li gundê Pêçarê dima û carna Zeruk Vakifahmedoglu dihat Licê. Dema Zeruk bihata Licê, piranî bi me re/Riya Azadî û bi Soro re/em bi hevre rudiniştin me sohbet dikir. Ew dem TKP/ÎGD yên li Licê piştgiriya berendamê CHPê kirin. Herweha wê demê li Licê yek PKK/Apoyî tunebû.
Çend gotinên dawî
Wek çend gotinên dawî ez dixwazim vê bibêjim; Alîşêr (Z. Avcî) gelek baş kiriye ku bîranînên xwe nivîsiye. Min jî û dê xwendevanên ku bîranînan bixwînin dê jê gelek tişt fêr bibin. Di bûyera kuştina herdu Seîdan de her çiqas alîgir be jî, baş kiriye ku derbarê bûyerê de dîtin û bîranînên xwe nivîsiye.
Min heta niha derbarê bûyera kuştina herdu Seîdan de qet tiştek nenivîsiye û ji xwe min pêwîst jî nedîtibû ku ez binivîsim. Di vê gotarê de ji ber ku di bîranînên Alîşêr de tê behs kirin loma min dîtinên xwe nivîsî û şîrove kir. 50 sal ser bûyerê re derbas bûye, êdî pêwîst nake hema her sal derbarê bûyerê de nivîs were nivîsîn.
Bi ya min ji bo vê bûyerê di nav partî û rêxistinên ku tradîsyonên herdu Seîdan in de ti problem nemaye, tu pirsgirêk tune. Problemên wan beriya damezrandina UDG (Hevkariya Netewî û Demokratîk) hebû. KÎP-DDKD û TDKP-KUK li hevûdu rexneyên tûj digirt in. Lê piştî ku UDG pêk hat êdî dev ji wan rexneyên tûj berdan û hevûdu bi rexneyên nebaş tawanbar nekirin. Di damezrandina UDGê de tiştê herî baş hatina berhev ya herdu partiyên berdewama tradîsyona herdu Seîdan bû. Wê demê li ser navê PSK/RIYA AZADÎ rahmetiyê Nazîf Kalelî beşdar dibû. Piştî ku UDG hate damezrandin di sohbeteke min û wî de, wî got: ”Tiştê herî baş ku KUK û DDKD hatin berhev.” Piştî UDGê di sala 1996an de di damezrandina yekîtiya partiyek siyasî de em dibînin ku dîsa kes û rêxistinên ku ji tradîsyona herdu Seîdan dihatin di PYSK -Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Kurdistanê- de cih girtin. KUK û YEKBÛN herduyan xwe fesih kirin û bi hevre di damezrandina PYSKê de cih girtin. Di PYSKê de KAWA, TSK û TS-Têkoşîna Sosyalîst jî hebû. Û herî dawî di damezrandina PWKê de herdu partîyên ku kadirên wan ên siyasî bi giranî, bi piranî ji partiyên tradisyonên herdu Seîdan tên di damezrandina PWK-Partiya Welatparêzên Kurdistanê – de cih girtin û bi hevre têkoşîna netewî û demokratîk dimeşînin.
Têbinî – Ev tiştên ku min di vê nirxandina pirtûka bîranînên Ziya Avcî de qal kiriye, bûyerên ku di gotara min de behsa wan tê kirin hemû jî di pirtûka bîranînên Zîya Avcî de hene. Yê ku bixwaze derbarê bûyer û hemû tiştên di pirtûkê de bi berferehî fêr bibe yan jî kesê ku bixwaze derbarê van bûyeran û tiştên di pirtûkê de rexneyan bike yan rexneyê wî/wê hebe, divê tevahiya pirtûkê bixwîne. Lokman Polat
Têbiniya Malperê – (Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)