Ev dîwar, diwarê kurd û kurdayetîyê ye…
Ji çep û rast va hatîye dorpeçkirin…
Bi êrîşên dagirkeran va diêşe û dilerize…
Lê dîsa jî ji hîmê xwe yê dîrokî naqete…
Ber xwe dide û hilnaweşe…
Jiber ku ew bi kilam û stranên dengbêjan va xemilî…
Bi çîrokên çîrokvanan va dewlemend…
Bi lorîyên dayikan va bilind…
Bi temîyên bav û kalan va bi hêz bû ye.
Ji ba û bahozê…
Ji berf û bagerê naxurufe…
Ji koka xwe dûr nakeve…
Di her têkçûyîna xwedîyên xwe da…
Di bin destên dagirkeran da bimîne û binale jî…
Ber xwe dide û hilnaweşe…
Min li vî dîwarî nivîsî…
Bi zimanê ku ew jê fam dike û pê ra ji nû va jîndar dibe…