Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder doh li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anîbûn. Îro di derbarê naveroka hevdîtinê da daxuyaniyeke nivîskî belav kirin.
Di daxuyaniyê da tê gotin, ku tendurustî û morala Ocalan baş bûye û nirxandinên wî yên jio bo çareseriya pirsa Kurd jî gelekî girîng bûne.
Daxûyanîya heyata Îmralîyê, ku ji Perwîn Buldan û Sirri Sûreyya Onder pêk tê, wiha ye:
Ji çapenîyê û raya giştî ra
Me 28ê Kanûna Pêşîn li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nêrînên wî yên ji bo dîtina çareseriyeke mayînde ya Pirsgirêka Kurdan gelekî girîng in.
Di hevdîtinê de ku pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, Birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.
Çarçoveya giştî ya raman û nêrînên wî wiha ne:
- Bihêzkirina biratiya Kurd û Tirkan ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan jî xwedî girîngiyeke çarenivîşaz û lezgîn e.
- Ji bo serkeftina pêvajoyê pêwîst e hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî hesabên kurt û demkî înîsiyatîfê wergirin, helwesteke erênî nîşan bidin û beşdariyeke erênî bikin. Bê guman yek ji qadên herî girîng ên vê beşdariyê jî dê Parlamentoya Tirkiyeyê be.
- Bûyerên li Xeze û Sûriyeyê qewimîn jî nîşan didin ku ev pirsgirêka bi midaxeleyên ji derva tên kolandin û dibin birîn, êdî nabe ku çareseriya wê were bipaşxistin. Ji bo serkeftin û ciddîyeta xebateke wusa pêşniyar û beşdariya mixalefetê jî bi qîmet e.
- Ez jî xwedî hêz û îradeyeke erênî me, ku piştgiriyeke erênî bidim paradîgmaya nû ya ku Bahçelî û Erdogan piştevaniya wê dikin.
- Şande dê vê helwesta min dê bi dewletê û bi derdorên siyasî re parve bike. Gort vê yekê ez amade me ku gavên erênî yên pêwîst biavêjim û bangê bikim.
- Ev hemû hewldanên me, wê welat bigihînin asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî wê bibe rêberek pir hêja.
- Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.
Bi rêzdarî ji raya giştî ra.
Pervin Buldan ve Sirri Sureyya Onder
29 Aralık 2024




