Parlamentoya Holendayê daxwaz kir, ku Hikûmeta wî welatî û Yekîtiya Ewropayê alîkarîya kurdan û kêmayetîyên li Surîyê bike.Parlamentoya Holendayê di 2 projebiryaran da, dixwaze piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, pêkhateyên Sûriyeyê û ferzkirina sîstemeke demokratîk li Sûriyeyê dike.
1-Mafên Kurdan di qonaxa veguhêz de li Sûriyeyê werin dabînkirin.
2-Kurd, Êzidî û Xirîstiyan ji metirsiya tundûtûjî, cîhadîzm û terorîzmê werin parastin.
Herwiha di biryarê da daxwaz ji Hikûmeta Holendayê hatiye kirin, ku li ser asta pêwendiyên navbera 2 dewletan da, daxwazê ji Tirkiyeyê bike, “yekser êrişên li ser Kurdên Sûriyeyê werin rawestandin û mafên kurdan di Sûriyeya nû de werin dabînkirin.“
Projebiryar ji aliyê Parlamentera berê ya Yekîtiya Ewropayê û parlamentera niha ya Partiya Karker û Keskan a Holandayê Kati Piriyê û Parlamenterê Partiya Lîberal a D66an Jan Paternotte ve hatibû pêşkêşkirin.
Heman rojê Parlamenter Eric van der Burg ji Partiya Gel Ji Bo Demokrasiyê ku di nava hikûmetê da cih digire, projebiryar pêşkêş kir û xwest, ku Kurd, Êzidî û Xirîstiyanên Sûriyeyê ji tundûtûjî, cîhadîzm û terorîzmê werin parastin.
Ew parlamenter ji Hikûmeta Holandayê dixwazin, ku di çarçoveya siyaseta hevbeş a Yekîtiya Ewropayê da ji bo parastina Kurdan û pêkanîna Sûriyeyeke aram, roleke girîng bilîze.
149 parlamenter beşdarî civîna parlamentoyê bûn û projebiryar ji alî 146 parlamenteran va hat pesendkirin.